image

Ewrupa Yetîm Elîyê ku li Etîyopyayê fealîyetên xwe didomîne, bi sedan însanan re ji bona emelîyata kataraktê bû wesîle.

Ewrupa Yetîm Elîyê ku li çar alîyê dinyayê xebatan dike, di alîyekî de alîkarîyên xwarin, bîra avê, neqdî û cil û bergan dikin, di heman demê de fealîyetên tenduristîyê jî bikartînin.

Li Etîyopyaya welatê Efrîqayê ye nexweşîna kataraktê dibe sedema korbûnê, ev nexweşîn bi hezaran însanan tesîrdar dike. Encax, ji ber kêmasîya binesazîya tenduristîyê û zehmetîya aborîyê gelek însan nikarin tedawî bibin.

Di serê ewil de 200 nexweş hatin emelîyatkirin


Ewrupa Yetîm Elî, bi Beşa Nexweşînên Çav yê Zanîngeha Jîmmayê re hevkarîyê kir û 200 nexweşên ku divê emelîyat bibûna tespît kirin.

Doxtorên ku ji Ezerbaycanê diçin Etîyopyayê

Ewrupa Yetîm Elîyê ku bi projeyên cuda xwe dighêjînin mihtacan, bi desteka xêrxwazan organîzasyonekî mezin lidardixin û ji 200î zêdetir însanan emelîya kirin.

Hat destnîşankirin ku emelîyat bi doxtorên ku ji Ezerbaycanê hatine anîtin hatîye kirin. (ÎLKHA)

0 yorum

FİKRİNİZİ BELİRTİN

Zorunlu alanları doldurunuz *