Li Kenyaya ku barîna barana dijwar berdewam dike hejmarê mirîyên ku di lehîyê de mirine derket 238an.
Berdevkê hikumetê Îsaac Mwaura, destnîşan kir ku di nav 24 seatên dawîn de 8 kesên dinê jî di lehîyê de canê xwe ji dest dane.
Mwaura, got ku 47 hezar xanî xera bûne, bi tevahî 286 hezar însan jî ji lehî û baranê tesîrdar bûne.
Mwaura ragihand ku hikumet biqerare ku canê xelkê xwe biparêze, ji însanên ku ji cîhê xwe bûne re jî xanîyan lêdikin.
ji ber ku hinek rê û pir di bin avê de mane ji hinek herêman re çûnûhatin nayê kirin. (ÎLKHA)
0 yorum