image


Di daxuyanîya ku ji teref HAMASê ve hat belavkirin de weha hat gotin, “Lijneya HAMASê yê di bin îdareya Xelîl el-Heyye de ye, ji bona ku bi tevî navbeynkarên Misir û Qeterê êrîşên ku li Xezzeyê li dijî xelkê me têne kirin bidin sekinandin û peymanê temam bikin ji Dohayê derbasî Qahîreyê bûn.”

Di daxuyanîyê de hat dîyarkirin ku di lijneyê de Zaher Cebbarîn, Xazî Hemad û Muhammed Nasr jî cîh girtîne.

Doh, Serokê Birayê Sîyasî yê HAMASê Îsmaîl Henîyye, diyar kiribû ku tevger ji navbeynkarên Misir û Qeterê re qebûlkirina pêşnîyarê ragihandin.

Di nav meddeyên agirbestê de serbestberdana hemû êsîrên ku li herêmê têne girtin, bila hêzên îşxalê vekişin û xelk veguhere hene. (ÎLKHA)

0 yorum

FİKRİNİZİ BELİRTİN

Zorunlu alanları doldurunuz *