image



Îşxalkerên ku li Quds û Şerîaya Rojavayê zordarî û zextên xwe zêde kirîye, di nav 24 seatên dawîn de 30 Fîlîstînîyên dinê jî desteserkirin.

Li gorî daneyên Komîsyona Êsîrên Fîlîstînê, ji 7ê Cotmehê vir ve li Şerîaya Rojava û Qudsê “bi tevî mirovên ku bi zordarîya leşkeran ji malên xwe hatine girtin” tev de hejmarê êsîran gihaştîye 8 hezar û 640 kesan.

Hat destnîşankirin ku piranîya desteserkirinan li Cenîn, El-Xelîl, Beytullahîm, Nablus, Ramallah, Quds û Erîhayê pêk têne.

Hat diyarkirin îşxalkeran ji têketina bajara El Xelîl, gund û bajarokan re cîhên lêgerînê danîye. Hat ragihandin ku terorîstên îşxalkeran di dema êsîrgirtinê de Fîlîstînîyan derb dikin û bi wan îşkence dikin. (ÎLKHA)

0 yorum

FİKRİNİZİ BELİRTİN

Zorunlu alanları doldurunuz *