image



Mela Abdurrezzaq Tepe nêzê 7 meh berê bi nexweşîna qanserê ket, roja Yekşemê jî di seatên êvarê de li nexweşxaneyê wefat kir.

Şîna Tepe li navçeya Rezan di Mala Şînê ya Dîcleyîyan de tê qebûlkirin, hevaldozên wî yên ku hatinê şînê derheqê teqwa, cesaret û samîmîyeta wî ya ji doza Îslamê re de agahîyan da û îfade kirin ku ew ji wefata seyda gelek xemgîn in.

“Ew cesûr bû, heqîyê digot û ji tu kesê jî neditirsîya”

Mela Wehdettîn Kaya ku hevalê Mela Abdurrezzaq Tepe ye weha got, “Seyda Mela Abdurrezzaq; însanekî salih bû, bi teqwa bû, ew mirovekî wisa bû ku daîma riza Xwedî daxwaz dikir û li gorî wî hereketê dikir. Dewra ku di alîyê meddîyatê de rewşa wî xerab bû ji wî re zikatê didan lê ew wan zikatan qebûl nedikir. Seyda mirovekî cesur bû, heqîyê digot û ji tu kesê jî neditirsîya.”

Mela Kaya derheqê cesareta Tepe de bi vî ayetê ‘Ey yên ku bawerî kirine! Kê ji we ji dînê xwe vegere bila zanibe ku Xwedê ew ê qewmekî wisa bîne ku Xwedê ji wan hez dike, ew jî ji Xwedê hez dikin; ew ji muminan re mutewazî, ji kafiran re jî giran in; di rêya Xwedê re cîhadê dikin û ji şermezarkirina tu kesî natirsin. Wa ev, litfa ku Xwedê dide wan kesên ku dixwaze ye. Litfa Xwedê fireh e; Ew, her tiştî zane’ bersiv da û bal li ser alîyê exlaqê wî yê perwerdehîyê kişand û weha got:

“Seyda, dihat medreseyên me û teftîşê dikir. Ji xwendekaran re pirsan dipirsîya, wan îmtîhan dikir, merhaleyên wan diyarî dikir. Xwedê rehma xwe lê bike, Xwedê sebrê bide malbata wî.”

“Ew mirovekî bi îxlas bû ku li pey dinyayê nediçû, însanekî ehlê dewê bû”

Mela Abdurrahman Ekîncî ku 51 sal e Mele Tepe nas dike bal li ser xîtabet û taybetîya wî ya îknakirinê kişand û weha got:

“Me di sala 1963yan de li gundê Reşika Farqînê di medreseyê de hev nas kir. Mela Abdurrezzaq fikreke wî yê saf hebû. Ew di doza Xwedê de bi qerar û net bû. Îlm û xîtabeta wî gelek baş bû. Em ji wî razî bûn bila Xwedê jî ji wî razî be. Em hemûyan ji wî hez dikir, ew jî ji me hez dikir. Ew mirovekî bi îxlas bû ku li pey dinyayê nediçû, însanekî ehlê dewê bû. Xwedê mekanê wî cennet bike.” (ÎLKHA)

0 yorum

FİKRİNİZİ BELİRTİN

Zorunlu alanları doldurunuz *