Êrîşên rejîma îşxalker ên li ser Xezzeyê hêj didomin.
Çavkanîyên tenduristîyê yên li Xezzeyê, destnîşan kirin ku ji Nexweşxaneya Nusayrat el-Avdeyê re 7 cenazeyên şehîdan hatin anîtin.
Hat daxuyandin di êrîşa ku li herêma Mûxraqê û bajara Zehrayê re hatîye kirin de 5 Fîlîstînî ji nexweşxaneyê re hatine anîtin.
Artêşa qaşo yê rejîma îşxalker, ev bû 208 roj e qetlîam û qirkirina xwe didomîne.
Di encama êrîşan de heta niha 14 hezar û 658 jê zarok, 9 hezar û 670 jê pîrek tev de 34 hezar û 568 Fîlîstînî şehîd bûn.
Hat îfadekirin hejmarê birîndaran jî 77 hezar û 765 kes in. (ÎLKHA)
0 yorum