image


Ev bû zêdetirî 7 mehan ku siyonistên îşxalker û terorîst li Xezzeyê qetlîam û qirkirineke ku berî niha nehatiye dîtin dike û temamê dinyayê xwe li hember vê qetlîamê  kor û kerr û lal kiriye.

Wezareta Tenduristî ya li Xezzeyê, daxuyand ku di encama êrîşên ku di 24 seatên dawîn de ji teref rejîma îşxalker ve hat lidarxistin de, 34 kes hatin şehîdkirin, 68 kes jî birîndar bûn.

Wezaret, ragihand ku bi tevî van şehîdan hejmarê şehîdan derket 34 hezar û 488, hejmarê birîndaran jî derket 77 hezar û 643 kesan.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku hêj gelek kes di bin kavil û rêyan de ne, rejîma îşxalê de jî ambûlans û ekîbên parastina sîvîlan re îzîn nade. (ÎLKHA)

0 yorum

FİKRİNİZİ BELİRTİN

Zorunlu alanları doldurunuz *