image


Henîyye di hevdîtina ku hat kirin de ji ber destek û piştevanîya Efrîkaya Başûr a ku ji bo Filistînê nîşan dide û ji ber ku meseleya Xazzeyê hat birin Dîwana Edaletê ya Navneteweyî teşekkurên xwe anîn zimên û helwestan Efrîkaya Başûr taqdîr kir.

Di heman hevdîtinê de Henîyye destnîşan kir lazim e dinya, li hember wan sûcên ku li Xazzeyê ji teref siyonistan ve tên kirin xwe kerr û kor û lal neke.

Nikosi Zwelivelile Mandelayê nevîyê Nelson Mandele jî di hevdîtinê de ji ber ku nevî û lawên Îsmaîl Henîyye şehîd bûbûn û ji bo şehîdên Filistînî sersaxî û xemgînîyên xwe anî zimên û got ku ew ê her tim li ba doza heqdar a Filistîn û gelê Filistînê bin.(ÎLKHA)

0 yorum

FİKRİNİZİ BELİRTİN

Zorunlu alanları doldurunuz *