image



Bûyer, di 18ê Nîsanê li Çema Dîcleya navçeya Sûrê de pêk hat.

Li gor agahiyên hat bidestxistin, kesên ku di 18ê Nîsanê li Çema Dîcleyê laşeke li ser avê bêhereket dîtin telefonî 112ê kirin.

Li ser agahdayînê ekîbên AFAD, JAK, tendirustî, polîs û xelaskrina binavê ya îtfaiyeyê hatin cihê bûyerê.

Ekîba ku ji 20 kesan pêk dihat di roja 6emîna lêgerînê de li Mehelleya Bagivara 2 kîlometre dûrî Pira Dehderî cesedeke hat dîtin.

Di encama xebatên de hat dîtin ku cesed aîdî M.N.A.yê 38 salîye û jiyana xwe bi dest xistiye.

Meyît piştî hûrnerîna li cihê bûyerê hat rakirin Sazîya Tipa Edlî ya Diyarbekirê.

Di heqê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)

0 yorum

FİKRİNİZİ BELİRTİN

Zorunlu alanları doldurunuz *