Tevgera Ensarûllaha Yemenê, di daxuyanîya ku roja înê da de eşkere kir ku balfirgeha Ben Gûrîonê bi fuze û mûşekên “Filistîn2”yan a hîpersonîka balîstîkî hedef girtiye. Tevger, di heman demê de bajarên Tel Avîv û Eskalanê jî bi ÎHAyan hedef girt.
Ensarûllahê di daxuyanîya ku da de eşkere kir ku ji bo destekê bidin xelkê mezlûm ê Filistînê û mucahîdên ezîz, û ji ber ku rejîma terorê li Xezzeyê li dijî sivîlan qirkirinan dike û sûcê birçîhîştinê dide dewam kirin, van operasyonana li dar xistine.
Di daxuyanîyê de weha hat gotin:
“Hêzên Çekdar ên Yemenê, bi mûşekên ‘filistîn2’yan ê hîpersonîkên balîstîkî li dijî balfirgeha Ben Gûrîonê operasyoneka leşkerî li dar xistiye. Fuze, sîstema parastina îsraîlê derbas kiriye û bi îzna xweda bi serkeftî li cîhê xwe ketiye. Ev operasyon di nava îsraîlê de bûye sebeba tirs û panîkê. Bi milyonan sîyonîst ketin sitargehên xwe û balfirgehê jî fealiyetên xwe da sekinandin.”
Di vê navberê de Hêzên Hewayî yên Yemenê jî bi ÎHAyan Tel Avîv û Eskalanê hedef girtin û operasyonên leşkerî lidarxistin. Hat îfadekirin ku operasyon li du noqte û cîhên mûhîm ên rejîma terorê hatiye lidarxistin
Yemenê îfade kir ku her dû operasyon jî bi îzna xweda gihaştine hedefên xwe.
Ensarûllahê eşkere kir ku ew û gelê Yemenê hetanî êrîş neyên sekinandin, alîkarî ji Xezzeyê re neyê kirin û dorpêç neyê rakirin, wê destek û mucadeleya xwe ya ji bo Filistînê dewam bikin. (ÎLKHA)





