Piştî êrîşa bombeyî ya li ser mizgeftekê di dema nimêja înê de li Îslamabada paytexta Pakistanê, Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê êrîş şermezar kir û tohmetên ku rayedarên Pakistanî li dijî wan kirine wekî "bê bingeh û bêberpirsiyar" bi nav kir.

Li Îslamabada paytexta Pakistanê, di dema nimêja înê de li mizgeftekê êrîşeke bombeyî pêk hat û li gorî agahiyên destpêkê, herî kêm 31 kes mirin û zêdetirî 130 kes birîndar bûn.

Hat piştrastkirin ku teqîn di dema nimêjê de çêbûye û gelek birîndar ji nexweşxaneyan re hatine rakirine. Piştî êrîşê li paytext tedbîrên ewlehiyê hatin zêdekirin.

Wezareta Parastina Neteweyî ya Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê daxuyaniyek weşand û êrîş bi tundî şermezar kir.

Daxuyaniyê destnîşan kir ku rayedarên Pakistanî berê jî Efxenistanê di bûyerên bi vî rengî de sûcdar kiribûn, û got ku îddîayên weha bê mantiq û bingeh in.

Emîrtîya Îslamî diyar kir ku hedefgirtina mirovên bêguneh ji bo armancên sîyasî li dijî nirxên îslamî ye û kiryarên neqanûnî yên bi vî rengî qet nayên piştgirîkirin.

Ramanlı Ji bo Kurdan Bang Kir "Şer û Kuştin Ne Qedera me ye"
Ramanlı Ji bo Kurdan Bang Kir "Şer û Kuştin Ne Qedera me ye"
İçeriği Görüntüle

Daxuyaniya Emîrtîya Îslamî bang li rayedarên Pakistanî kir ku berpirsiyariya têkçûnên ewlehiyê bigirin ser xwe li şûna veşartina wan. Di daxuyaniyê de hat pirsîn çima bûyer nekarîbû pêşî lê were girtin, û hat gotin, "Ger sûcdar di cih de piştî bûyerê hatin naskirin, çima nekarîbû zûtir pêşî lê were girtin?", ev yek jî nîşan da ku armanc ew e ku tohmetên bi vî rengî bala raya giştî ya navxweyî bikişînin.

Ji aliyekî din ve, her çend DAIŞê berpirsiyariya êrîşê girt ser xwe jî, hikûmeta Pakistanê berdewam kir ku bi bûyerê re tiliya xwe nîşanî Efxenistanê û aktorên herêmî bide.

Ji aliyê din ve, Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê tekez kir ku li şûna daxuyaniyên ku rageşiyê bi welatên cîran re zêde dikin, divê çalakî li ser bingeha hevkariyê û têkiliya erênî bin.

Li gorî Emîrtîya Îslamî, êrîşa li Îslamabadê careke din pêwîstiya Pakistanê bi ji nû ve nirxandina polîtîkayên xwe yên ewlehiyê nîşan dide, di demekê de ku tohmetên bê bingeh ne alîkariya îstîqrara herêmî dikin û ne jî pêşî li êrîşên bi vî rengî digirin. (ÎLKHA)

Muhabir: Editör