Çîrokên Kurdî wekî dilanên gel in — her çîrokek dengê hunerê, baweriyê û berxwedanê ye. Di nav wan de, jin û mêr, şêr û mêrxas, emr û xewn bi hev re diyar dibin. Ji ber ku Kurd bi zimanê xwe, bi deng û bîranîna xwe jiyana xwe parastiye, çîrokên Kurdî bûn pênûsa xatir û nasnameya gelê me.

Çîrokbêj, yê ku dengê xwe ji beran digihîne, wekî darê berfê li ser zeman, dîrokê dijîn dîsa tê nas kirin. Li wan çîrokan de heq, raman, dostî û şer di hev de vedigihêzin. Her çîrokek, pirr caran, ne tenê hikayekê ye lê jî wateyek mezin e — gotina azadiyê, jiyana bi rûmet û xewnên azadî.

Ev çîrok, li cem şevên dirêj, li ser berê agiran an li nav malên kevnar tê gotin, û her dengê wan wekî stranek dilşad li ber xatirên zarokan diqewime. Ji bo vê yekê, çîrokên Kurdî ne tenê çîrokan, lê jî xezîneyek rûhî û nasnameya neteweyî ne.

Kerem kin em bi hev ra hinek çîrokan bixwînin.

Çirok Kurdi

PÎRÊ Û ROVÎ

Hebû tunebû pîrikek û rovîyek hebû. Pîrê her roj çêleka xwe didot û şîrê xwe dikir bin teştekê û diparast. Rovîyek jî, her roj, bi dizî dihat mala pîrê û şîre wê vedixwar.

Pîrê meraq dikir: Gelo ew kî ye şîrê çêleka min vedixwe?

Rojekê pîrê bivirekî tûj dixe destê xwe û disekine. Rovî dîsa tê ku şîr vexwe. Pîrê bivir radike û bi hemû hêza xwe li duvê rovî dixe. Duvê rovî qut dibe. Dibe kaze-kaza rovî, digîrî.

Rovî, şerm dike ku bê duvik here ba hevalên xwe. Li ba pîrê radiweste û li ber pîrê digere ku pîrê duviêa wî bidê.

Rovî lavan dike û dibêje: Pîrika min a delal! Ji bo xwedê duvikê min bide min.

Pîrê dibêje: Ku tu şîre min bide min ez ê jî duvikê te bidim te.

Rovî diçe cem bizinê û dibêje: Bizinê bizinê ka hinek şîr bide min!

Bizinê dibêje: Ka here ji min ra giha bîne.

Rovî diçê mêrgê dibêje: Mêrgê mêrgê, ka giha bide min.

Mêrg dibêje: Ka here çend keçên bedew bîne bila li ser min bikenin û govendê bigirin ku ez jî giha bidim te.

Rovî diçe cem keçên bedew û ji wan ra dibêje: Ka werin em herin li ser mêrgê bilîzin.

Keçik dibêjin: here ji me ra mircanan bîne, em têxine stûyê xwe ku em bilîzin.

Rovî diçe cem serraf û dibêje: Ka mircanan bide min.

Serraf dibêje: Ka here ji min ra hêkan bîne ku ez mircanan bidim te.

Rovî diçe cem mirîşkan û dibêje: Ka çend hêkan bidne min.

Mirîşk dibêjin: Here ji me ra hebên garisê misrî bîne, em bixwin û hêkan bikin ku em bidin te.

Rovî diçe nav bostan û dibêje: Ka garisê misrî bide min.

Bostan dibêje: Ka here ji min ra avê bine, ez vexwim ku ez garisê misrî bidim te.

Rovî, îcar berê xwe dide ber bi çem û dibêje: Çemo, ez bi gori, ka hinek av bide min.

Çem avê dide rovî, rovî avê dide bostan, bostan hebên garisê misrî dide rovî, rovî garisê misrî dide mirîşkan, mirîşk hêkan didin rovî, rovî hêkan dide serraf û mircanan distîne, rovî mircanan dide keçikan û keçik li ser mêrgê dikenin û govendê digrin, mêrg gihayê teze dide rovî, rovî giha dide bizinê û şîr jê distine, rovî şîr dide pîrê û duvikê xwe jê distine.

Rovî ji kêfa duvikê xwe difire û ber bi hevalên xwe ve baz dide. Dema ku di ber çem ra derbas dibe, çem gazî wî dike û jê ra dibêje: Birayê rovî! Ku careke din duvikê te ji te bistînin, ne ez avê didim te, ne bostan hebên garisê misrî, ne mirîşk hêkan, ne serraf mircanan dide te, ne keçikên bedew bi mircanan li ser merge dilîzin û ne jî bizin şîr dide te. Tu yê heta dawîya umrê xwe bê duvik bigerî. Rovîyê bê duvik jî ji xwe ne tu rovî ye. Baştir e ku tu dev ji dizîyê berdî.

Çirok

DÎKIL AXA


Hebû carek ji caran, xêr û xweşî bibarin li hazir û guhdaran..

Rojek ji rojan, pîreka cadûbaz û dîkekî wê hebû.

Rojekê pîrê gava mala xwe dimalişt serîyekî çortan li erdê dît, danî ser kulekê. Dîko çû nikul li seriyê çortanî da. Gava pîrê ev yek bihîst çû, şûnikek li qorrika Dîko da. Dîko jî nikul li çavê pîrê da. Pîra cadûkar li Dîko xist, xist,xist. Dîko ji tirsa canê xwe bazda derva. Çû çû, rastî kerekê hat. Kerê bang kir, got:
- Dîko!
Dîko got:
-Wey quzilkurta bavê Dîko! Kerê got:
- Lê bêjim çi? Dîko got:
- Bêje Dîko Dîko, Dîkil Axa, dermaliyê Badil Axa,fermanîyê Satil Axa!
Kerê got:
- Dîko Dîko, Dîkil Axa,dermaliyê Badil Axa,fermanîyê Satil Axa,diçî ku?
Dîko got:
- Diçim çol û çolistan, diçim berr û berristan, payiz çû ma zivistan,Ez ê bînim eskerekî giran, ser pîra du diran, ku qorrika min şikand ji bo seriyekî çortan!
Kerê got:
- Ez jî bi te re werim?
Dîko got:
- Baş e, were!
Dîk û ker bi rê ketin, çûn çûn rastî marekî hatin.
Mar bang kir, got:
- Waa Dîko!
Dîko got:
-Wey quzilkurta bavê Dîko! Mar got:
- Lê bjim çi? Dîko got:
- Bêje Dîko Dîko, Dîkil Axa, dermaliyê Badil Axa, fermanîyê Satil Axa!
Marî got:
- Dîko Dîko, Dîkil Axa,dermaliyê Badil Axa,fermanîyê Satil Axa,diçî ku?
Dîko got:
- Diçim çol û çolistan, diçim berr û berristan, payiz çû ma zivistan, Ez ê bînim eskerekî giran, ser pîra du diran, ku qorrika min şikand ji bo seriyekî çortan!
Mar got:
- Ez jî bi we re werim?
Dîko got:
- Baş e, were!
Dîk, ker û mar bi rê ketin, çûn çûn rastî sila rîxê hatin.
Sila rîxê bang kir, got:
- Waa Dîko!
Dîko got:
-Wey quzilkurta bavê Dîko! Sila rîxê got:
- Lê bêjim çi? Dîko got:
- Bêje Dîko Dîko, Dîkil Axa,dermaliyê Badil Axa, fermanîyê Satil Axa!
Sila rîxê got:
- Dîko Dîko, Dîkil Axa,dermaliyê Badil Axa,fermanîyê Satil Axa,diçî ku?
Dîko got:
- Diçim çol û çolistan, diçim berr û berristan,payiz çû ma zivistan, Ez ê bînim eskerekî giran, ser pîra du diran, ku qorrika min şikand ji bo seriyekî çortan!
Sila rîxê got:
- Ez jî bi we re werim?

Dîko got:
- Baş e, were! Dîk, ker, mar û sila rîxê bi rê ketin, çûn çûn rastî dûpişkekî hatin.
Dûpişk bang kir, got:
- Waa Dîko!
Dîko got:
-Wey quzilkurta bavê Dîko! Dûpişk got:
- Lê bêjim çi? Dîko got:
- Bêje Dîko Dîko, Dîkil Axa,dermaliyê Badil Axa,fermanîyê Satil Axa!
Dûpişk got:
- Dîko Dîko, Dîkil Axa,dermaliyê Badil Axa,fermanîyê Satil Axa,diçî ku?
Dîko got:
- Diçim çol û çolistan, diçim berr û berristan, payiz çû ma zivistan, Ez ê bînim eskerekî giran, ser pîra du diran, ku qorrika min şikand ji bo seriyekî çortan!
Dûpişk got:
- Ez jî bi we re werim?
Dîko got:
- Baş e, were!
Dîk, ker, mar, sila rêxê û dûpişk bi rê ketin, çûn çûn rastî gindorekî hatin. Gindor bang kir, got:
-Waa Dîko!
Dîko got:
-Wey quzilkurta bavê Dîko! Gindor got:
- Lê bêjim çi? Dîko got:
- Bêje Dîko Dîko, Dîkil Axa,dermaliyê Badil Axa,fermanîyê Satil Axa!
Gindor got:
- Dîko Dîko, Dîkil Axa,dermaliyê Badil Axa,fermanîyê Satil Axa,diçî ku?
Dîko got:
- Diçim çol û çolistan,diçim berr û berristan,payiz çû ma zivistan,Ez ê bînim eskerekî giran,ser pîra du diran,ku qorrika min şikand ji bo seriyekî çortan!
Gindor got:
- Ez jî bi we re werim?
Dîko got:
- Baş e, were!
Dîk, ker, mar, sila rêxê, dûpişk û gindor gîhîştin hev, gotin de îcar em herin ser pîra du diran. Çûn çûn ber deriyê pîrê. Êvar bû tarî ketibû erdê.

Gindor rabû çû ser banê xênî, mar çû hundur, xwe li stûna nava malê aland. Dûpişk çû xwe di refikê de teland. Sila rêxê xwe di tifikê de melisand. Ker çû li ber deriyê derva xwe veşart.

Pîra cadûkar ji derva hat mala xwe ku karê xwe yê êvarê bike. Hundur tarî bû. Berê xwe da refikê ku çira xwe vêxe. Destê xwe avêt refikê, dûpişkî bi pêçîka pîrê veda. Pêçîka pîrê jan da. Çû ber tifikê, ariya agirî veda ku agir dade, destê wê ket sila rêxê. Nezanî çi pê hat, bi tirs destê xwe avêt stûnê, mar bi destê wê veda. Pirê bi jana dest û tirsa dilê xwe baz da derva. Ku hat ber deriyê derva, kerê zîtirek li pîrê da. Pîra cadûkar pengizî derva ber dîwêr. Gindor ji banî de xwe berra ser laşê pîrê da, gurmînî ji laşê wê anî. Pîrê nema zanî ku çi bike, hema dawa xwe xist devê xwe û di wê tarîyê de berê xwe da çolê û baz da. Çû, çû, çû û nema vegeriya. Mala pîrê bi Dîko ma. Kêfa Dîko hat. Wî sipasiya hemî hevalên xwe kir. Çu ser banê xênî û got: Kî kî rî kî te ki re bi min bike min bi te kir.

Çîroka me li diyaran, rehmet li dê û bavê guhdaran, ji bilî fesadên ber dîwaran!

Delalok 2

XEZALOK Û DELALOK

Hebu tunebu carek ji caran rehmet li dê û bavên guhdaran . Bizinek hebû hamile bu, xwedê cêwikek dayê. Bizinê navê yekî kir Xezalok û navê din jî kir Delalok. Dayika wan wa xist mal û ji wan re got; Ez ê biçim çêrê heta ez werim ji kesekî re derî venekin. Dema ez nigê xwe nişanî we bikim derî ji min re vekin. Heger ez nigên xwe nişnîa we nekim ji kesekî re derî venekin.

Bizin radibe ser xwe û diçe çêrê gur jî pê dihisee û tê mala wan, derî dide. Xezalok dibêje; ka nigê xwe nişanî me bike. Gur nigê xwe nîşanî wan dike. Xezalok dibêje ev diya me ye Delalok dibêje na ev ne diya meye. Xezalok dibêje ka binêre evê nigên xwe jî nişanî me dike. Delalok dibêje welle ev ne diya meye lê Xezalok dibeze diçe derî vedike. Çawa diçe derî vedike gur dikeve hundir û tê her duyan li ser hev dixwe. Xezalokê jî dixwe û delalokê jî dixwe. Gur derî li pişt xwe dide û ji mala wan diçe.

Diya wan tê li ber derî, derî dide tu kes derî venake. Dibêjê :

Xezalok delalok derî ji dayika xwe veke

Şîr hatiye guhana giya ma li ber didana

Welle pêşî dibêjê lê kesek derî venake. Radibe li ser xwe duvekî li derî dide. Derî diçe serê malê. Dinêre ne xezalok û ne jî delalok. dibêjê cîranên xwe kî Xezalok û Delaloka min xwariye. Ciranên wî dibêjin welle gur hatiye xwariye. Bizin diçe li ser banê gur dim dim dike û gur jî dibêje;

Ew ki ye li ser banê min dim dim dikê

Jina min hevir dikê, kurê min tutinê dikê

Pirkamin nexşê çêdikê,

Bizin dibêjê ; Ez im li ser banê te dim dim dikim. Te Xezaloka min û Delaloka min xwariye.

Gur dibêje; min nexwariye.

Bizin dibêje ne xwe were em biçin ba Mele Silêman.

Radibin ser xwe diçin ba Mele Silêman. Derdê xwe ji Mele Silêman re dibêjin. Mele Silêman dibêje; Em ê diranên gur hemuyan bikşînin û em ê we berdin meydanê. Qiloçên bizinê jî tûj dikin û wan berdidin meydanê Bizin duvekî zikê gur dide. Dema duvekî zikê Gur dide Xezalok û Delalok ji zikê Gurî derdikevin. Diya wan dibêje hun çubun kude rê? Xezalok û Delalok dibêjin em çubun mala amê xwe me nîsk vedixwar.

Ga 2

ÇÎROKA SERPÊHATÎYA GA


Hebû carek ji caran, xêr û xweşî bibarin li hazir û guhdaran..

Dibêjin rojek şêrekî pir birçî, derketibû nêçîrê, ji xwe re li qûtekî digeriya..
Pir geriya, hindik geriya, dawiya dawî bala xwe dayê ku wa ye gayekî tu dibê ecêb, weke conegeyekî li mêrgekê diçêre..
Zikê şêr ji birçîna dikir qurequr, lê dîsa jî newêrîbû êrîş bibira ser g'ê.

Bi awayekî ku ga wî nebîne çû xwe di pişt darekê da veşart.. Bîstekê li g'ê (gayê) temaşe kir û di dilê xwe da ji xwe ra got:

- Xwezî wan qiloçên gê tunebûna. Ger qiloçên wî tunebûna niha min ê bi firaqetî bajota ser vî, ew bixwara û zikê xwe têr bikira...

Niha, dema ez êrîş bikimê ew ê bi wan qiloçên xwe yên wek xençeran zikê min perçe bike û hûr û pizûrên min berde erdê. Dû ra jî ji nişka ve fikarek hat serê wî û rabû nermik nermik çû ba ga û bi zimanekî gelkî şîrîn jê ra got:
- Birayê ga, ji vê sib'ê da, ez bi dilbijokî û heyraniyeke pir mezin li te temaşe dikim. Ez hêvî dikim ku ew ê tiştekî xerab neyê ber dilê te. Min baş bala xwe da bejn û bala te, serê te gelkî xweşik e, qet kêmasî nayê ser. Sînga te wek çiyayekî pahn û bilind e, li hember bedewî û bilindbûna wê, devê meriv ji hev dihere.
Nig û simên te jî heta tu bixwazî xweşk in, meriv dixwaze ji xwe re bi saetan li wan temaşe bike. Çavên te wek yên xezalan reşbelek in..

Lê ji ber ku ez dibêjim li kêmasîya min nenêre, bes qiloçên te qet nexweşik in. Bêyî qiloçên te, tu kêmasî nayê ser bejn û bala te. Ez fêm nakim tu çawa dikarî tehamulî wan qiloçên nexweşik, yên wek du singan bikî?

Her dera te xweşik e, her tiştê te temam e, lê tenê qiloçên te vê çelengiya te ji çav da dixîne û pîs dike.. Û ya din jî, ez bawer dikim ku nuha ew serê te jî pir diêşîne. Ma ne wiha ye?
Gotinên şêr tavilê ket serê g'ê, got:
- Ya ha, welleh tu rast dibêjî birakê şêr. Heta niha ez qet lê nefikirîbûm. Lê wek te jî got, bi rastî jî gelek caran ew serê min diêşînin û min nerehet dikin. Û te got wa ye ew li bejn û bala min jî nayên, ne wisa? Şêr got:
- Erê. Bi rastî jî ew her du qiloç sipehîtiya te xera dikin. Û dû ra jî şêr rabû xatir ji g'ê xwest û çû xwe di pişt darekê da veşart. Ga xwe ragirt(sekinî) heta ku şêr ji ber çavan wenda bû. Dema dît ku şêr xuya nake, rabû çû berê xwe da zinarekî û got gurm û ha gurm, gurm û ha gurm û bi hemû hêza xwe qiloçên xwe li zinêr xist..
Heta ku her du qiloçên xwe jî şikandin. Êdî ew bê qiloç û netika wî jî tep û dûz û tazî bû...
Gava şêr ev yek dît, bi xurrîniyeke mezin ji pişt darê derket û bi hemû hêza xwe êrîş bir ser gayê bêqiloç, yanî bêsîleh û jê re got:
- A niha temam e, êdî tu ya min î. Mala te ava ku te xwe bêqiloç hîşt. Çimkî wan, rê li ber êrîşa min digirtin û ji min re dibûn kelem.
Ji ber hebûna wan min newêrîbû xwe bida ser te. Lê niha, êdî tu tiştekî ku ez jê bitirsim tuneye…. Û dû ra jî êrîş kirê…

Şer 3

ÇÎROKA ŞÊR Û PILING

Hebû carek ji caran, xêr û xweşî bibarin li hazir û guhdaran..

Dibêjin rojeke havînê ya pir germ şêrek û pilingek çûn ser çemekî ji bo ku avê vexwin û têr tîna xwe bişkînin. Herdu jî pir tî bûbûn û lema jî dixwestin ku ew berî yê din avê vexwe. Piling ji nişkave riya şêr birî û jê re got:

-Xwe di ber min ra neke! Ez berî te hatime ser avê, lema jî dora min e. Li hember van gotinên piling, şêr pir qehirî, xurrînî pê ket û bi hêrs ji piling re got:

-Ez serdarê hemû lawiran û daristanan me. Loma jî dor tim ya min e. Ez nikarim bi tu hawî qebûl bikim ku tu têkevî pêş min û bi wê totika xwe ya pîs ava min şolîn bikî. Serhişkiya piling pê girt û dîsa li hember şêr rabû û got na, dor ya min e, ezê berî te vexwim. Yek ji wî, yek ji wî, herduyan xwe çindî hev kirin û li hev xistin.hevûdu gerandin û gerandin, heta ku herdu jî ji hal da ketin. Bi heleke helk û bi halekî perîşan herduyan dest ji hev berdan û xwe dan hember hev. Piştî ku hinekî westa xwe girtin şêr dîsa êrîş bir ser piling û li hustiyê wî suwar hat û di erdê da û bi vî alî û wî alî da vegevizand. Di vê herşanê da ji nişka ve çavên şêr bi zinarê hember ket..

Şêr carê bala xwe dayê ku bavo çi bibîne, ku wa ye refên sîsark, qijik û qertelan li ser zinarê hember bûne rext û li şerê wan temaşe dikin. Şêr hema di cîh da hustiyê piling ber da û jê re got:

-Hela carê bala xwe bide zinarê hember! Piling berê xwe bi zinêr da kir. Şêr domand û got:

-Ez bawer dikim ku ev qijik û qertelên hember li bendene ku ya LAŞÊ min, ya jî yÊ te bixwin. Ez ya jî tu, em kîjan jî wenda bikin ji bo wan qet ferq nake. Çimkî dawiya dawî em ê yekê ji wan re bibin QURBAN...

Jixwe ji bo wan ya girîng jî ev e. Piling careke din berê xwe da teyrên hember, hinekî bi wan da tima bû û dûra jî ji şêr re got:

Şivan 7

ÇÎROKA ŞIVAN Û SÊ KEÇÊN MÎR



Di demekê dirokî, li welatê Kurdan de, li Bajarê Wanê Mîrek dijîya. Sê keçên vî mîrê hebûn. Navên van keçan, wiha bûn: Havîn, Rojda û Berjîn...

Ev her sê keçên mîr, sal bi sal mezin dibin û her çi qas mezin dibin ew qas delal dibin.. Her sê jî ji hev delaltir dibin.
Lê belê çend hekîm, aşvan û rênçber hatina wan xwestin. Lê van keçan ji yek jî qayîl nebûne..

Rojekî mîr û malbata xwe derdikevin seyranê diçin kevîya behra Wanê.. Mîr û jina xwe li ber behrê dimînin, keçên wî nav daristanan gerîyan.. Di dema gerê de çavên wan şivanek ketin.. Ew şivan xortekî gelek ciwan û delal bû. Her sê keçik hema di derbekî bûne qelender..

Wexta çavên şivan jî wan ket, dilê wî germ bû. Her sê keçik jî ji hev delaltir bûn. Dilê şivan biryar neda kîjan bêhtir delal e û wê hez bike..

Lê Şivan yekî gelek hişmend bû. Wî fêhmkir ku, her sê keçan jî dil avêtinê..
Ji wan re got:

- Keremkin em hindek ji xwe re bigerin.?

Dema ku digerîyan şivan fikirî. Gelo ez ê çawa ji xwe re hilbijêrim. Gelek fikirî û hestên xwe got:

''Hımmmm.. Ez ê ji van pirsan bikim.. Ya herî zana, kîjan be, ez ê bi wê rê bizewîcim.''

Dema ku digerîyan rastê dara sêvekî hatin. Şivan sêvekî da destê xwe û pirsî.

- Vî darê pîravokek sihirkirîye. Sêv jahrkirîne. Hûn ê bizanibin kîjan sêv bê jehr e?

Berjîn got:

- Sêva mezin.

Rojda got:

- Sêva sor.

Havîn jî got:

- Sêva ku kurm têde ye..

Bersiva vê pirsê Havîn pêkanî..

Demek gerîyan û agir dadan. Li dora agir runiştîyan. Şivan pirsa xwe a duyem wiha kir:

- Tiştekî min heye dixwe dixwe lê têr naxwe?

Berjîn ne sekinî û got:

- Çêlek gîha dixwe dixwe têr naxwe..

Rojda wiha got:

- Masî dixwe dixwe têr naxwe..

Havî hawirdorê xwe mêze kir û got.

- Agir dixwe dixwe têr naxwe..

Dîsa Havîn bersiva vê pirsê pêkanî..

Dilê şivan hêdî hêdî ji Havîn re germ bû û dilê wî dikeve Havîn..

Ji xwe re got ''ez pirseke dawî lê bikim. Ku derxe jixwe ez ê pê re bizewicim..

Şivan Tavê mêze kir û pirsî:

-Gelo Gerdûne mezin e an Tav?

Berjîn got:

- Bi zanebûna min Gerdûne ji Tavê mezintir e.

Rojda jî got:

- Xwîşka min rast dibêje. Li Tavê binêre çi qas biçûk e.

Havîn wiha fikirî û got:

- Ez dibêjim Tav ji Gerdûneyê mezintir e. Em biçin ku derê Tav li wir e..

Wexta Tav ji Gerdûneyê biçûktir bû ya, jixwe dê deverek tenê Tavê bidîta..

Ev bersiva Havîn jî rast bû.

Şivan pirsa dawîya dawî wiha pirsî:

- Tu bi min re nazewicî?

Havîn got belê.

Keçika bi navê Havîn wî ji bavê xwe mîr re behskir. Bavê wê got baş e. Piştê xwestinê heft roj û heft şev daweta wan kirin. Û ew her du bi hev re zewîcîn.

Çîroka me li vir qedîya. Rehmet li dê û bavê xwende û nivîskarê çiroka bin.

Pipik

BUK U PÎPİK

Hebû tunebû, çûkek hebû. Çûkekî, bê kar û bar bû. Ji xwe re difiriya, dikir vîçevîç û ji vê darê hetta wê darê diçu dihat.

Lê rojekê sitirîyek di lingê wê re çû. Sitirî gelekî canê wê êşand. Kire qîreqîr û hawar. Bi vir de û wir de firiya, çû çû rastî pîrikekê hat. Pîrik li ber tendûrekê bû. Ardûk xistibû tendûrê, pif dikir nedikir agir pê nediket ku tendûra xwe germ bike. Çûk çû li ser tendûrê runişt, ji pîrê re got:

- Pîrê, stiriyek ketiye nigê min, heke tu vî stirîyî derxî bavêjî tendûra xwe wê agirê te pê keve, tendûra te germ bibe, tu ê nanê xwe lêxe.

Pîrê got:

- Baş e

Sitirî derxist, avêt tendûra xwe puf kire agir. Agir pê ket. Tendûr germ bû. Pîrê nanê xwe lê da. Nan pijiya. Gava pîrê nanê xwe yê dawîn ji tendûrê derxist ku bide rê biçe malê, çûk ji ser darê firiya hat got:

- Pîrê ez sitiriyê xwe dixwazim.

Li Rûsyayê êrîş li tesîsa ÎHAyê hat kirin
Li Rûsyayê êrîş li tesîsa ÎHAyê hat kirin
İçeriği Görüntüle

Pîrê got:

- Min sitriyê te avêt tendûrê pê nanê xwe lê da.

Çûk got:

Min çi jê ye, ya ê tu sitirîyê min bidî yan jî ji dêvla wê ve heft nanan ji te dixwazim.

Pîrê got:

- Aman, yeman çûko wiha neke. Ma ne te sitirî da min. Min xêra xwe ew ji piyê te derxist. Te bi xwe got bavêje tendûrê da agirê te pê keve.

Kir nekir, Çûk ji ya xwe nehat xwarê, got:

- Ya sitiriyê min yan jî heft nan

Pîrê mecbûr ma, heft nan da çûko

Çûko heft nanên xwe girtin firriya çû çû, dît ku şivanek li ber pez e. Şivan şîr dotiye tasa xwe, dike bi vî awayî bixwe. Çûko çû li ser berekî ber şivan runişt got:

- Şivano, a ji te re heft nan. Biçîne şîrê xwe û zikê xwe pê têr bike

Kêfa şivan hat. Nan û şîrê xwe xwarin, hemî qedand û zikê xwe têr kir. Tam wexta ku şivan got “Oxx Elhamdulîllah”, çûk firiya hat li ber şivan runişt, got:

- Ka nanê min

Şivan şaş ma, got:

- Min nanên te çand şîr û xwar

Çûko got:

- Na, ez nanê xwe dixwazim. Ya tu yê heft nanan bidî min yan jî heft beranan...

Şivan got:

- Aman, yeman çûko wiha neke.

Kir nekir, Çûko ji ya xwe nehat xwarê, got:

- Ya heft nan, yan jî heft beran

Şivan mecbûr heft Beran dan çûko.

Çûko heft beranên xwe girtin firiya çû çû, dît ku li gundekî dawet e. Mala dawetê req û beqên dora gund kom kirine dixwazin wan şerjê kin û têxin xwarina dawetê. Çûko çû li ser dara ber mala dawetê runişt, got:

- Dev ji wan req û beqan berdin Ev e ji bo we heft beran, serjê bikin, bikelînin bidin berbûrî û mezûbanên xwe.

Kêfa xwediyê dawetê û ya hemû berbûriyan hat. Beran şerjê kirin avêtin ber birincê, her kesî xwar zikê xwe pê têr kir. Ku ji ser xwarinê rabûn Çûko firiya hat got:

- Kanî heft beranên min bidin min

Xwediyê dawetê got:

- Me beranên te serjêkirin dan ber mêvanên xwe, xwarin qediya.

Çûko got:

- Na, ez heft beranên xwe dixwazim. Yan hûn ê heft beranên min bidin min, yan jî ez bûkê dixwazim.

Gotin:

- Eman, yeman çûko wiha neke

Kirin nekirin, çûko ji ya xwe nehat xwarê:

- Yan heft beranên min yan jî bûkê...

Mecbûr bûk dan Çûkoyî.

Çûko bûka xwe girt, firiya çû çû rastî berxvanekî hat, li ber berxan bû, pîpika wî di deva de bû û bi meqam lê dida. Dilê Çûko bijiya pîpikê, çû got:

-- Berxvano ma tu qebûl nakî ku em bûk û pîpika xwe bi hev bidin

Kêfa berxvanî hat got:

- Lê çawa

Çûko bûka xwe da berxvanî û rakir pîpika wî firiya çû çû li ser zinarekî runişt. Pîpika xwe xiste devê xwe got:

- Tû, tûûû,

min sitiriyê xwe da bi heft nanan,

heft nanên xwe dan bi heft beranan,

heft beranên xwe dan bi bûkekê,

bûka xwe jî da bi pîpikekê

Gava Çûko welê got, dîna xwe dayê ku çiqas ehmeqî kiriye, poşman bû. Lê poşmaniya dawî tu fêde nedida wî. Cardin pîpika xwe xist devê xwe, got:

-- Tû, tûûû,

min sitiriyê xwe da bi heft nanan,

heft nanên xwe dan bi heft beranan,

heft beranên xwe dan bi bûkekê,

bûka xwe jî da bi pîpikekê

Pîpika xwe rakir, bi hêrs û girî li tehtê da, perçe perçe kir, avêt. Deste vala firiya çû çû, winda bû, kesî nezanî ku bi ku de çû...

Çîroka min li diyaran,

rehmet li dê û bavê guhdaran,

ji bilî fesadên ber dîwaran.

ÇÎROKA QULING, ROVÎ Û HIRÇÊ



Hebû carek ji caran, xêr û xweşî bibarin li hazir û guhdaran...

Rojek ji rojan rovi, quling û kurê qulinq gazî mala xwe dike bo şîva êvarê bi hevra bixwin. Ango ew ê ji wan re ziyafet bide..

Îja dibe êvar quling û kurê xwe tên benda şîvê û bi rastî jî her du pir birçîne. Rovi şîv amade dike pilor çêkirîye danîye ser teyfikê -riprast- rovi û kure xwe teyfikê pagij dikin simbilê xwe badidin.
Feqîrê quling her cara ku nikulê xwe li teyfikê dixe nikul birîndar dibe kurê quling jî wiloye nikarin bixwin û naxwin rovî dibê çi bû kekê quling? Çima şîva xwe naxwî, quling dibêje xwedê zêde ke em jixwe têr in û radibin diçin mala xwe..

Di rê de dibêje rovîyo ger ev fêla te, bênamusîya te li ba te ma, ez ne ez im! Ez ê devê bavê te........

Ka bisekne ez çi tînim serê te. Xwedê ji me re mezine.. Sê çar roj derbas dibe quling bangî rovi dike dibêje birayê rovî iro jî ti bibe mêvanê min işev benda te û kurê te me bi hatina xwe min bextewar bikin..

Rovî dibêje ser seran û ser çavan. Dibe êvar rovî tê mala quling. Quling nokan qelandîye û kirî ye şuşê dirêj û teng quling û kurê xwe nokan diqedinin. Lê rovî hê du lib nok xwarî ye yan nexwarîye . Quling dibêje rovî xuya ye ku tu nikarî nan bixwî.. De ka were bin baskê min ez te derxim gerê rovî tê, quling pê digre û bilind dike diçe, diçe ji rovî pirs dike..

Dinya çi qas mezin e ?
Rovi dibê ber çave min qasî gundek e.. Quling hinkî din jî bilind dibe, dibêje îja çi qas e? Rovî dibêje qasî koxikek e û quling rovî berdide..

Rovî ji asîman tê xwarê dibêje gelo ez ê bikevim ku? Herî baş ez bikevim ser kurkê apê Badîn.

Apê Badîn jî sako ser mil li mizgeftê destnimêj digire û dinêre ji jor de tiştekî li ser wî de tê û dibêje kurk û kurk apê Badîn hema saqo diavêje wî alî dibê ha ji te re ez qûla saqo ....
Rovî tê dikeve ser saqo, saqo hildide ji erdê diavêje ser milê xwe nav daristanê de dimeşe.
Îja hirç tê balê dibêje kuro te vî saqoyî ji ku dît, rovî dibêje ma tu fedî nakî? Ez, bavê min, kalê min em tev kurkçî ne. Saqoya çêdikinûu difiroşin hirç dibêje waaa..

Keko ji min re jî saqoyek çê dikî ?
Rovî dibêje, belê çê dikim çima çê nekim law. Tu ji min re şeş heb beran bîne saqoyê te amade ye. Hirç beranan tîne.. Rovî dibê qewlê me panzdeh roj, panzde roj şûn de hirç tê ji bo saqo bigre..
Lê rovî dibê biçek karê saqo ma ye, hela tu ji min re du heb jî berxik bîne, hirç bawer nake dibêje tu min dixapînî ez ê te bikujim!
Xwe dirêjî rovî dike, rovî mîna birûsk hirçê dide û direve.
Paşê du rovî ji qulikek pir teng de derbas dibe. Lê hirçê bê hiş jî serê xwe dike qulikê, di wir de asê dimîne..

Îja rovî tê paş re dur têr qûna hirç dixe, quna hirç reş-hêşîn dibe....
Hirç difikire, ev tiştê serê min de hat dibe dibe encax kurê apê Ciwan. Û diçe ber kuleka mala kurê apê Faris .

Kurê apê Ciwan çawa ji derî dikeve hundir dibêje zarokno zarokno hela bên min tiştekî pir sosret û ecêb dît û mijara hirç û rovî ji hemûyan re dibêje. Hirç li der ve bi çavên hêsir dibêje de sibe tu nayê nav garis kanîya ger ez te nekujim ez hirç nîn im. Diqîre deng diçe kurê apê Ciwan, ji tirsana çokê wî diperpite dike ber tayê. Dibe sibe wexta avdana garis tê.. Dikeve nava fikaran ku here nabe, neçe jî nabe di nav de maye dawî de diçe dibêje mirin emrê Xwedê ye. Di rê de rastî rovî tê, rovî dibêje apo çi ye vî halê te wek mirîya rê de diçî?

Apê Ciwan dibêje ez ê bin kadînê bi pencên hirç herim ji wê dinê..

Rovi dibêje çima lo?
Apo dibêje hal û mesele ew e. Rovî dibêje ez ê alî te bikim te rizgar bikim tu qet meraqan neke.

Apo diçe nav garis, hirç jî tê di wê demê de.. Hala halakî geremolekî hirç dibêje ew çi ye, çi diqewime?
Apo dibêje vana siwarên Paşa ne. Kurê Paşa nexweş e. Dibêjin goştê hirç dermanê canê wî ye. Hirç ditirs e, dibêje ez ê çi xweliyê li serê xwe kim?
Apo dibêje xeman neke, bikeve bin vê xwelîyê ez ê te biveşêrim. Hirç dikeve bin xwelîyê. Rovî û apê Ciwan qeflekî bi lez û bez êrîş dikin û hirç parçe parçe dikin...

ÇÎROKA QERTEL/TEYR Û KUSÎ



Hebû carek ji caran, xêr û xweşî bibarin li hazir û guhdaran..

Rojek ji rojan qertelek gellek birçî bû bi rojan gerriya negerriya tu nêçîr ji xwe re peyda nekir. Wisa lê hat ku dikir êdî ji nêza bimire. Li ber kevirekî sekinî. Ji birçîna hustiyê wî xwar bûbû, serê wî ketibû ber wî.

Di wê navê re kûsiyek di wê derê re derbas bû. Qeretel di nava wê perîşaniyê de dît. Jê re got:

- Birayê qertel, çi bi te hatiye ku tu wiha stûxwar li ber vî berî sekini yî?

Qertelî got:
- Xwenga kûsî, qet li halê min mepirse, çend roj in birçî me, min tu nêçîr peyda nekir, dikim ji nêza bimirim.

Kûsî got:
- Riyek heye ez dikarim ji te re bibêjim. Lê ditirsim ku tu bê bextiyan li min bikî.

Qertelî got:
- Bê bextiyan li te nakim, ka ji kerema xwe re bibêje bê çi ye.

Kûsî:
- Xwarinek heye, tim jî peyda dibe. Tu ji min re sond bixwî dê niha raberî te bikim.

Qertelî got:
- Ahd û wahd be ku tu tu zirarê ji min nabînî.

Kûsî dest pê kir, got:
- Di vî erdî de kûsî pirr in. Hema wan bigire, têxe nava penceyên xwe, bi hewa bikeve, bilind bibe û paşê wan berde ser beran. Ew ê qalikê wan bişikê, hundurê wan tijî goşt e. Hema dakeve, ji xwe re bixwe.

Gava kûsiyê ev yek got kêfa qertelî hat. Per û baskên xwe daweşandin û got:

- Xwenga kûsî, erê min ahd û wahd dabû te, lê tu dibînî halê min nîne ez li pey kûsiyan bigerim. Ma ji te çêtir heye?!

Qertelî kûsî xiste nava pencên xwe û bi hewa ket. Bilind bû, bû û ew ji nava penceyên xwe bera ser beran da. Kûsî li tahtekê ket, qalikê wê perçe perçe bû, qertel li serê venişt û ew xwar. Gav kûsiyên din ev yek dîtin, bi lez û bez baz dan xwe veşartin, lê gunehê kesî bi wê kûsiyê nehat...

Hemiyan gotin:
- Heqê wê bû, divê meriv bi qewm û hevalên xwe re xayîn dernekeve!

Çîroka me li diyaran, rehmet li dê û bavê guhdaran,
ji bilî fesadên ber dîwaran.

Muhabir: Batman Rehber