Li bajara Humsê ya Sûrîyeyê, ji ber teqîna roketekê di baregeheke leşkerî ya terikkirî de 29 kes birîndar bûn.
Li gorî ajansa nûçeyan a dewleta Sûrîyeyê SANA, bûyer li baregeheke berê ya parastina hewayî ya nêzîkî taxa Sebîl a li Humsê qewimî.
Hat ragihandin ku di encama teqînê de 29 kes birîndar bûne.
Nivîsgeha Çapemeniyê ya Bajara Humsê jî derbarê teqîna ku li seranserê bajêr hat bihîstin de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku teqîn ji ber teqîna bermahiyên roketeke şer li baregeheke leşkerî ya terikkirî li navçeya Abbasiyê, çêbûye.
Hat ragihandin ku di teqînê de birîndarên sivik û navîn hene û hinek xanîyên nêzîkî cihê bûyerê jî zirar dîtine.
Ekîbên tenduristiyê û parastina sivîl ên ku gihîştin cihê bûyerê mirovên ku birîndar bûne ji nexweşxaneyan re rakirin. (ÎLKHA)
Suriye’de bir askeri bölgede roket patladı: 29 yaralı
Suriye’nin Humus kentinde, terk edilmiş bir askeri bölgede bir roketin patlaması sonucu 29 kişi yaralandı.
Suriye devlet haber ajansı SANA’ya göre olay, Humus’ta Sebil Mahallesi yakınlarında bulunan eski bir hava savunma üssünde meydana geldi.
Patlama sonucu 29 kişinin yaralandığı bildirildi.
Humus Valiliği Basın Ofisi de şehir genelinde duyulan patlamaya ilişkin bir açıklama yayımladı.
Açıklamada, patlamanın Abbasiyye bölgesinde bulunan terk edilmiş bir askeri üste kalan savaş roketi kalıntılarının infilak etmesi nedeniyle meydana geldiği belirtildi.
Patlamada hafif ve orta derecede yaralananların olduğu, ayrıca olay yerinin yakınındaki bazı evlerin de zarar gördüğü ifade edildi.
Olay yerine ulaşan sağlık ve sivil savunma ekipleri, yaralıları hastanelere sevk etti. (İLKHA)





