Ji ber bayên başûr ên bihêz ên ku li Stenbolê zêde bûn, hinek keştî li Tuzlayê noq bûn, veguhastina deryayî û xizmetên teleferîkê hatin rawestandin.

Bayê başûr ê bihêz ku ji saetên sibê ve bandorê li Stenbolê dike, tesîreke xerab li ser jiyana rojane ya li bajêr dike.

Piştî hişyariyên Rêveberiya Giştî ya Meteorolojiyê, bayê zêde bû û bi taybetî li deverên peravê rewşên talûke çêkir.

Xwepêşandanên li Îranê: Trump tehdîdên nû kir, Tehranê jî bersivê da
Xwepêşandanên li Îranê: Trump tehdîdên nû kir, Tehranê jî bersivê da
İçeriği Görüntüle

Li Tuzlayê qeyik noq bûn

Li Tuzlayê, yek ji deverên li aliyê Anadoluyê yê Stenbolê ku bayê başûr herî zêde lê tê hîskirin, hinek qeyikên lengerkirî noqî avê bûn, ji ber ku nekarîn li hember pêlên mezin bisekinin. (ÎLKHA)

Muhabir: Editör