Artêşa Lubnanê ragihand ku plana navendîkirina çekan bi tenê di destên dewletê de ketiye merhaleyeke pêşketî û armancên merhaleya yekem, ku balê dikişîne ser kontrolkirina herêma li başûrê Çemê Lîtanî, hatine bidestxistin. Berevajî vê, artêşa rejîma îşxalker îddîa kir ku Hizbullah hêna jî li başûrê çem hebûna xwe didomîne.

Ardahan genelinde 9–11 ocak tarihleri arasında planlı elektrik kesintileri uygulanacak
Ardahan genelinde 9–11 ocak tarihleri arasında planlı elektrik kesintileri uygulanacak
İçeriği Görüntüle

Artêşa Lubnanê ragihand ku merhaleya yekem a plana wê ya xistina çekan di bin kontrola dewletê de li herêma başûrê Litanî armancên xwe bi dest xistiye. Ev herêm, li gorî wê, şerîtek bi qasî 30 kîlometreyan digire nav xwe ku heta sînorê bi rejîma îşxalker re dirêj dibe. Daxuyaniyê tekez kir ku xebata artêşê dê heta ku paqijkirina teqemenî û tunelên neteqiyayî temam bibe berdewam bike, bi armanca ku rê li ber komên çekdar bigire ku şiyanên xwe ji nû ve ava bikin.

Li gorî artêşê, li deverên li başûrê Çemê Lîtanî ku di bin desthilata wê de ne, kontrola operasyonel hatiye damezrandin, ji bilî herêm û meqameyên ku ji hêla rejîma îşxalker ve hatine îşxalkirin. Artêşa Lubnanê êrîşên berdewam ên rejîma îşxalker, îşxalkirina axa Lubnanê ji hêla wê ve û avakirina herêmên tampon rexne kir û destnîşan kir ku ev yek tesîreke xerab li ser hewldanên ji bo avakirina desthilatdariya dewletê û sînordarkirina çekan dike.

Rejîma îşxalker, tevî îxlalkirina peymana agirbestê, pênc girên li başûrê Lubnanê ku di şerê dawî yê bi Hizbullahê re bi dest xistibûn, hêna jî diparêze. Wekî din, rejîma îşxalker bi dehan salan e deverên din ên sînorî yên Lubnanê îşxal kirîye. (ÎLKHA)

Muhabir: Editör