Serokê Emrîkayê Donald Trump careke din Tehranê tehdîd kir. Rayedarên Îranî jî daxuyaniyên tund dan û di xwepêşandanên li welat de bal li ser rola Emrîka û rejîma sîyonîst kişandin.

Serokê Emrîkayê Donald Trump careke din gotinên xwe yên tehdîdkar li dijî Îranê zêde kir. Trump di axaftina xwe de behsa xwepêşandanên li Îranê yên ku ji ber sedemên aborî dest pê kirine kir û got ku eger hêzên ewlehiyê bi tundî mudaxele bikin, ew ê "bedeleke pir giran" bidin.

Trump berê jî zimanekî bi heman rengî bi kar anîbû û Îranê tehdîd kiribû.

Ji Tehranê bersiv hat dayîn

Serfermandarê Giştî yê Îranê, General Emîr Hatemî, diyar kir ku gotinên ku Îranê hedef digirin nayên qebûlkirin û got ku "hemû alternatîf li ser maseyê ne, heger hewce be êrîşa pêşîlêgir jî li ser maseyê ye." Hatemî dûre weha got, "Divê dijmin eleqeya xwe li xwepêşandanên gelê Îranê neke"

Wêneyên satelîtê nîşan didin ku du kampên penaberan li Sûdanê ji ber şer bi lez mezin dibin
Wêneyên satelîtê nîşan didin ku du kampên penaberan li Sûdanê ji ber şer bi lez mezin dibin
İçeriği Görüntüle

Lê Serokê Dadweriya Îranê Xulam Huseyîn Muhseni Ejei zimanekî eşkeretir bi kar anî û diyar kir ku Emerîka û rejîma sîyonîst li pişt bûyerên li welat in. Ejei got, "Destwerdanên biyanî yên ku armanc dikin kaosê li welat biafirînin û kesên ku alîkariya dijmin li dijî Komara Îslamî dikin nayên qebûlkirin."

Ayetullah Seyyed Elî Xameneyî di daxuyaniya xwe de tekez kir ku ew ê teslîmî zextên derve nebin û got, "Em ê teslîmî dijmin nebin." (ÎLKHA)

Muhabir: Editör