Li Hetayê di mezinahîya 4,2yan de erdhej
Li Hetayê di mezinahîya 4,2yan de erdhej
İçeriği Görüntüle
Tirkîye, biryar girt ku ew hemû bazirganîya bir rejîma îşxalker re dane sekinandin.
Ji teref Wezareta Bazirganîyê ve daxuyanîyeke niviskî hat belavkirin.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku di encama êrîşên rejîma îşxalker a ku li ser Fîlîstînê li dar dixe û wan êrîşên wan li dijî mafên însanî û hiqûqa navneteweyî ne de bal hat kişandin ku 15 hezar jê zarok, ji 35 hezaran zêdetir Fîlîstînî hatine qetilkirin, nêzê 78 hezar Fîlîstînî jî birîndar bûne.
Hat destnîşankirin ku digel hemû bikaranîtina amûrên dîplomasîyê yên ji bo agirbesteke mayînde rejîma îşxalker qetlîam, felaketa însanî û xerakirina fîzîkî didomîne.
Di daxuyanîyê de bal hat kişandin ku rejîma sîyonîst xebatên agirbestê xera dike û nahêle ku bila alîkarîyên însanî bikeve nav Xezzeyê, Tirkîye jî bibîr xist ku ew li ser vêya ji 9ê Nîsana 2024an vir ve derbasdar be, di îxracata rejîma îşxalê de 54 hilberînan asteng kir.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku di sekina rejîma îşxalkeran de tu veguhertinek çênebûye û weha hat gotin, “Di vê îtîbarê de di tedbîrên ku ji pileya dewletê hatîye girtin de derbasî merhaleya duyemîn bûye, hemû minasebetên îxracat û îthalata bi îsraîlê re hatîye sekinandin ew ê ev hemû hilberînan di nav xwe de bihewîne.”
Di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Heta ku hikumeta îsraîlê li Xezzeyê agirbesteke bi lez û bez îlan bike; heta ku ji şandina alîkarîya însanî ya bi bênavber û qasî ku hewceye re îzîn nede ew ê tedbîrên nû bi zelal û qerarî bêne tetbîqkirin.”
Xeyn ji vê qutkirina têkilîya bazirganîyê hat îfadekirin ji bona ku Fîlîstînîyên di bin îşxalê de dijîn ji vê astengîyê tesîrdar nebin ew ê di navbera Wezareta Aborîya Netewî ya Fîlîstînê de xebatên ku hewcene bi koordîneyî bêne berdewamkirin. (ÎLKHA)

Muhabir: Editör