Şerîda Xezzeyê digel agirbestê dûçarê êrîşa sîyonîstan dibe. Di hedefgirtina xanîyên li Xezzeyê de 9 Filistînî şehîd bûn.

Îxlalkirina agirbestê ji teref sîyonîstan ve berdewam dike. Çavkanîyên herêmê îfade dikin ku ji çar daîreyên cuda re êrîşên asîmanî hat lidarxistin, di wan êrîşan de tev de 9 Filistînî şehîd bûn, gelek Filistînî jî birîndar bûn.

Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 72 hezar û 942yan
Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 72 hezar û 942yan
İçeriği Görüntüle

Çavkanîyên Nexweşxaneya Şîfayê, destnîşan kirin ku bi taybetê jingehên sîvîlan têne hedefgirtin, di nav birîndaran de gelek zarok hene.

Li Kampa Penaberên Megazîyê ya nav Xezzeyê bi ÎHAyê xanîyekî hat hedefgirtin, di wê êrîşê de du Filistînî şehîd bûn, gelek jî birîndar bûn. di êrîşa ku li herêma Muxrakê hat lidarxistin de jî Filistînîyekî bi ÎHAyê şehîd bû.

Hat daxuyandin ku pîrekek birîndar ku li herêma Mewasîyê dûçarê êrîşê bûbû jî li Nexweşxaneya Nasir a Xan Yûnisê şehîd ket.

Ji 7ê Cotmehê vir ve li Xezzeyê gelek Filistînî bi êrîşên sîyonîstan şehîd û birîndar bûn. (ÎLKHA)

Kaynak: İLKHA