Wêneyên satelîtê nîşan dan ku du kampên mezin ên penaberan li Bakurê Darfûrê û wîlayetên bakurê Sûdanê bi dijwarbûna şer re bi lez berfireh bûn. Piştî hilweşîna El-Feşîr, bi deh hezaran kes revîyan deverên ewletir.

New York Times: Generalên Esed li Sûrîyê îsyanekî plan dikin
New York Times: Generalên Esed li Sûrîyê îsyanekî plan dikin
İçeriği Görüntüle

Şerê berdewam li Sûdanê her roj rewşa sivîlan kûrtir dike. Di demên dawî de, wêneyên satelîtê mezinbûna bilez a kampên penaberan li du herêmên cuda yên welat eşkere kirin. Wêneyan zêdebûna berbiçav a hejmara mirovên ku ji cih û warê xwe bûne, bi taybetî li Bakurê Darfûrê û wîlayetên bakur, destnîşan kir.

Li gorî analîzan, piştî ku bajarê El-Feşîr di 26ê Cotmehê de ket bin kontrola Hêzên Piştgiriya Lezgîn, li bajarokê Karnî, li bakurê rojavayê bajêr, kampeke nû ya penaberan hate avakirin. Wêneyên satelîtê yên ku di navbera 25ê Cotmehê û 29ê Kanûnê de hatine kişandin nîşan dan ku qada kampê her tim berfireh dibe. Hat destnîşankirin ku qada kampê, ku di 14ê Kanûnê de bi qasî 186.000 metreçargoşe bû, di nav tenê du hefteyan de bi 13.000 metreçargoşeyî zêde mezin bûye û gihîştiye 199.000 metreçargoşeyî.

Rewşek wisa li kampa penaberan a El-Efadê jî derket holê, ku bi qasî 700 kîlometreyan li bakurê El-Feşîr, rojhilatê bajarê Debba li Parêzgeha Bakur e. Ji destpêka Mijdarê ve, gelek koçber ber bi herêmê ve hatine, ku di encamê de hejmara konan û rûbera ku kamp lê hatiye danîn zêde bûye. Kamp, ku di 19ê Mijdarê de bi qasî 130.000 metreçargoşeyî rûber digirt, tê texmînkirin ku heta 29ê Kanûnê ji 500.000 metreçargoşeyî derbas bûye.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, ji dawiya Cotmehê ve bi qasî 100.000 kes neçar mane ku ji bajarê El-Faşîr birevin. Şerê ku di Nîsana 2023an de dest pê kir, bi deh hezaran kesan canê xwe ji dest da û bi qasî 13 milyon kes jî koçber bûn.

Her çiqas Hêzên Piştgiriya Lezgîn piraniya herêma Darfûrê, ku ji 18 wîlayetên Sûdanê pênc pêk tê, kontrol kirine jî, tê gotin ku artêş li ser hin beşên Darfûra Bakur û 13 wîlayetên mayî, tevî paytext Xartûmê, kontrola xwe didomîne. Zêdebûna şer û pêla koçberiyê nîşan dide ku krîza mirovî ya li welat dê xirabtir bibe. (ÎLKHA)

Muhabir: Editör