Di demekê de ku Serokê Emrîkayê Donald Trump tehdîda êrîşa leşkerî ji ber xwepêşandanên li Îranê zêde dike, hinek endamên Kongreyê hişyarî dan ku ev rêbaz dikare herêmê bişewitîne.
Serokê Emrîkayê Donald Trump bi tehdîdên leşkerî yên eşkere piştî xwepêşandanên li Îranê, deriyê krîzeke nû ya herêmî vedike. Daxuyaniyên Trump ên ku dibêje vebijarkên leşkerî yên "pir bihêz" li dijî Îranê li ser maseyê ne, rexneyên ku dibêjin Washington careke din bi refleksa şer tevdigere, zêde dikin.
Trump ji rojnamevanan re got ku Îranê "xeta sor" a ku wî berê ragihandibû derbas kiriye û got, "Wisa xuya dike ku wan dest bi vê yekê kiriye. Artêş rewşê pir bi cîddî dişopîne. Em li ser hinek vebijarkên pir bihêz difikirin û em ê biryarekê bidin." Trump tehdîdên xwe zêdetir kir û got ku ew "bi awayên ku wan berê qet nedîtine"dikarin êrîşî Îranê bikin.
Trump hewl da ku destwerdana leşkerî bi hinceta parastina ewlehiya xwepêşanderan rewa bike, lê her wiha eşkere kir ku wî bi Elon Musk re li ser temînkirina înternetê ji Îranê re nîqaş kiriye, û bi vî awayî bi eşkereyî nîşan da ku pêvajo ne tenê aliyên leşkerî, lê di heman demê de aliyên dîjîtal û psîkolojîk jî dihewîne.
Ev hemû pêşketin nîşan didin ku Trump di siyaseta xwe ya derve de careke din gef û hêza leşkerî li ser dîplomasiyê dide pêş. Ev helwesta êrîşkar a li ser mijara Îranê wekî mizgîniya pêvajoyek xeternak tê dîtin ku ne tenê Îranê, lê tevahiya herêmê dikare ber bi şerekî nû ve bibe. (ÎLKHA)




