Bi hezaran kes dipêşengiya Saziyên Îslamî de li hev civiyan û êrîşa Rejîma îşxalker a Siyonîst aduh êvarê li dijî Mislimanên ku li Refehê sitar bûn û tê de jin û zarok di navde bi sedan Filistînî hatin qetilkirin, protesto kirin.

Di bernameyê de;Wekîlê Batmanê yê HUDA PARê Serkan Ramanli, nûnerên partiyên siyasî, nûnerênSTK, alim, rayedarên raya giştî û bi hezaran welatî beşdar bûn.

Welatiyên ku beşdarîcivîna çapemeniyê ya girseyî ya li Kolana Gulîstanê bûn gelek caran tekbîr anînû lanet li dijî rejîma dagirker anîn.

Bername bi xwendinaQuranê dest pê kir. Piştra Mele Musa Ekincî axaftin kir.

Mele Musa Ekincî diaxaftina xwe de wiha got: “Ey micahîdê Xezeyê, Ey dayikên şêhîda sebr bikin. AlîkariyaXweda bi mezlûma re ye. Ceneta Xweda ji wan re ya. Em umeta pexembereki wusa neku dibêje cennet di bin siya şura de ya gelî Misilmanan.

İro dayike Xezzeye; zilamê van şehîd dikevin, zarokên wan şehîd dikevin lê bele dibêjin,Hasbunallah we nîmel wekîl.

Heger ehlê Filistînenegihijîn azadiya xwe, Heta xaçperest Filistînê terk nekin, Heta Yehûdî ji erdaMisilmanan nederkevin em hemû gunehkarin gelî Misilmanan.

Ji Selaheddin Eyyûbî têpirsîn? Ey Selahadîn çima ti nakene? Dibêje ez ê çawa bikenim. Qûdsa Şerîf dibin hakimîyeta xaçperesta de ye.

Ew Selahedînê Eyyubîewê ku Qûdsa Şerîf azad kir. İntîqama Misilmanan ji xaç perestan sitend.

Gerekem ji heyata Selahedin dersan bistînin. Wexta Selahaddin Qudsa Şerîf azad kir wihagoy:Xaçperest esla hew dikarin werinerda Qudsê heta em zilam bin. Em jî ozra xwe ji Selaheddîn dixwazin. Îro Qudsame dibin hakimîyeta xaçperestan de ye, di bin hakimiyeta yehudîyan de ye, dibin ya sîyonîstan de ye. Em uzrê xwe ji te dixwazin ey Selahedîn.”

Piştî Mele MusaEkînci, Mehmed Emin Sutçî axivî. Sutçî got ji bo ku serokên dewletê Misilmanbertekê nişan nadin sîyonist wiha dikarin êrîşi Misilmanan bikin. Hegeryekîtiya Misilmana hebûna nikaribûn wiha rihet hereket bikin.

Sutçî di axaftina xwede got "Xwedê miletê ku dev ji piştgiriya bindestan berde, wê riswa bike.Heger hemû netewên îslamî yên ku pesnê xwe didin, îro nikaribin helwestekebirûmet nîşan bidin, ev şerm e."

"Ew miletên kurûmet dane dîrokê li ku ne? Ka serok, alim û şêxên ummetê li ku ne? Em carekedin dibêjin, Îsraîl tenê ji hêzê fam dike. Heta ku bi zimanê ku jê fêm dikenepeyive, ew ê karên xwe yên hovane bidomîne û em ê dîmenên ku me bi mehandîtine, îro jî bibinin. Ji ber ku Xweda miletekî ku dev ji cîhadê berde, dev jipiştgirîya mezlûman berde wê Xwedê wan riswa bike."

Piştre daxuyaniyaçapemeniyê ji teref Abdurahim Demirtaş, hate xwendin

Di daxuyaniyaçapemeniye de hate gotin ku li ser gelê Mislimanan ferz e ku heta ji destê wantê bila seferber bibin, ji bo têkoşînaFilistînê bi hemû derfetên xwe êrîşî dijmin bikin, an jî bi çûna sefaretxaneyêndijmin û piştgirên wan protesto bikin. Êrîşên siyonîstan ser Quds, El-Eqsa ûFilistînê ji Mislimanan re hewce dike ku cîhada berevaniyê bikin li gor fetweyaaliman ev li ser hemû Misilmanan farz e.

Di daxuyaniyaçapemeniyê de wiha hate gotin.

“Piştgir nekirinaGazzeyê tê wateya dûrketina ji cîhadê. Ji ber vê yekê em îro li vir in.

Rejîma Siyonîst aÎsraîlî ku ev zêdetirî 8 mehan e li Xezeyê qetliaman dike, şeva çuyî bombebaranekenû kir û bi sedan Filistînî li Refahê bi şewitandina bombeyan şehîd kirin da kutêkçûna xwe, windahiyên xwe û leşkerên dîlji bîr bikin û wan ji rojeva cîhanê dûr bixin. Ji bo ku siyonîst bi cesareta kuji bêdengiya rêberên welatên îslamî werdigirin, êrîşên xwe yên terorîstî dûrîmirovahiyê didomînin.

HUDA PARê derheqê micadeleya bi tiryakê re de pêşnîyaza qanûnê da
HUDA PARê derheqê micadeleya bi tiryakê re de pêşnîyaza qanûnê da
İçeriği Görüntüle

Rejîma dagirker a kuxwe amade dike ku rê li ber rêxistinên alîkariyê bigire. Ger rê li ber wan neyêgirtin, xwe amade dikin ku bi komkujiyên mezintir gelê Xezeyê mehkûmî birçîbûnêbikin.

Daxwaza gelê Xezeyêya ku zêdeyî 8 mehan e li hember siyonîstan li ber xwe dide û kesên xwedîwijdan ku ji bo piştgiriya berxwedana Filistînê qadan tije kirine, ew e ku bizimanê ku jê fêm dikin bersiva siyonîstan bidin. Di vê çarçoveyê de serokênwelatên îslamî xwedî berpirsyariyeke mezin in.

Berpirsiyarê herîmezin ê rewşa ku em îro tê de ne, serokên bêçare yên welatên îslamî ne.

Berpirsiyarê herîmezin yê heqareta ku îro em tê de ne ew in ku li dijî rejîma Îsraîlê ruhê yekîtiyênegirtine û Hêza Aştiya Îslamî ava nekirin.

Berpirsiyarê herîmezin ê rewşa riswa ya ku îro em tê de ne, rêvebirên welatên îslamî ne ku didema şewitandina Xezzeyê de ji bo rejîma Îsraîlê nekarîn bibin kabûs.

Hey serokên welatênîslamî;

Ji Xweda bitirsin,rûmeta Îslamê bigirin û emrên dînê me qebûl bikin.

Ji ber bêhêziya we Xezzedişewite û ji ber bêbandoriya we birayên me yên Xezeyê di bin qetlîamê de ne.”

Daxuyaniya çapemeniyêbi dia qedîya. MURAT ORHAN

Muhabir: Editör