Hejmara qurbaniyên êrîşên asmanî yên hêzên îşxalker li ser bajarokên başûrê Lubnanê, tevî agirbestê, gihîşt 25 kesan.
Tevî agirbesta ku di 17ê Nîsanê de ket meriyetê, artêşa îşxalker êrîşên xwe yên li ser başûrê Lubnanê didomîne.
Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Lubnanê NNA, balafirên îsraîlê çend bajarok kirin hedef. Di êrîşeke li ser bajarokê Zararîyeyê de du kes hatin kuştin.
Di her du êrîşên li ser bajarokê Tora de, 5 kes hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.
Her wiha balafirên bêmirov ên hêzên îşxalker bajarokên Sultaniye, Haris, Dêr Entar, Aşag Humîn û Ereb Cel hedef girtin. Di êrîşê de li Sultaniye çar û li Ereb Cel sê kes şehîd bûn.
Dema ku droneke hêzên îşxalker wesayîtek ku di navbera bajarokên Kefr Şuba û Kefr Hemamê li başûrê welat de diçû hedef girt, xebatkarekî parastina sivîl hat kuştin.
Di êrîşeke li ser bajarokê Duweyr de çar kes û di êrîşeke bi droneke ku li bajarokê Cebşît motorsîkletek hedef girt de jî kesek şehîd bû.
NNAyê ragihand ku di êrîşên balafirên şer ên hêzên îşxalker de li ser bajarokên Beyt Yahûn, Şekra, Kefra, Beraşît, Sefad Bettîh, Eyta el-Cebel û Tulînê bi tevahî 5 kes şehîd bûne.
Di heman demê de, topxaneyên hêzên îşxalker deverên di navbera bajarokên Kelîla, Maliye û Hinniya de bombebaran kirin.
Daxuyaniyên ku li ser hesabê medyaya civakî yê Hizbullahê hatine dayîn nîşan didin ku di bersiva îxlalkirinên agirbestê de, wesayîteke înşaetê li bajarokê Bayyada yê dagirkirî ji aliyê dronê ve hatiye xistin.
Di daxuyaniyan de her wiha hate destnîşankirin ku li bajarokê Hiyam ê li başûrê Lubnanê hêzên îşxalker ên îsraîlê rastî êrîşeke roketî hatine û li bajarê D
Lebanon’ın güneyine yönelik hava saldırılarında, ateşkese rağmen çok sayıda yerleşim yeri hedef alındı. Haberde yer alan bilgilere göre saldırılarda en az 25 kişi hayatını kaybetti, çok sayıda kişi de yaralandı.
Hezbollah’a yakın sosyal medya hesaplarından yapılan açıklamalarda, ateşkes ihlallerine karşılık bazı askeri hedeflerin vurulduğu iddia edildi.
Saldırıların yoğunlaştığı bölgeler arasında Zararîye, Tora, Sultaniye, Dêr Entar, Duweyr ve Cebşît gibi güney kasabaları yer aldı. Ayrıca insansız hava araçları ve topçu saldırılarıyla birçok bölgenin hedef alındığı aktarıldı.
Haberde, bir sivil savunma çalışanının da saldırıda yaşamını yitirdiği belirtildi.





