Derîyê sînorî yê Refahê hefteya hatî vedibe
Derîyê sînorî yê Refahê hefteya hatî vedibe
İçeriği Görüntüle

Li gorî rayedarên nexweşxaneyê û mirovên ku bûyerê dîtine, bi balafirên bêmirov ên hewayê êrîş li hewşa nexweşxaneya El Ehlî Baptîst hat lidarxistin. Di vê êrîşê de herî kêm 7 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn û di nav birîndaran de yên ku rewşa wan giran in jî hene.

Êrîşeke dinê jî li bakurrojavaya Xezzeyê, li dijî sîvîlên ku li nêzê herêma Zîkîmê li benda alîkarîya însanî bûn hat lidarxistin, di encama wê êrîşê de jî 2 kes şehîd bûn.

Di êrîşa li dijî sîvîlên li Taxa Bureycayê hat lidarxistin de 3 kes, li derdorê Korîdora Netzarîmê 1 kes şehîd bûn. Li herêma Bassaya rojavaya Deyr Belahê 1 kes bi ÎHAyê, li Kampa Penaberên Nuseyratê jî 1 kesek canê xwe ji dest dan.

Rejima îşxalker li Refahê êrîşên xwe zêde kir. konê sîvîlên ku ji cîhê xwe bûbûn hatin hedefgirtin, di encamê de herî kêm 4 kes şehîd bûn. Li heman bajarê di dema belavkirina alîkarîyan de jî gule hatin reşandin û 13 kes şehîd bûn. (ÎLKHA)

Muhabir: Editör