Parlementerê Batmanê yê HUDA PARê Serkan Ramanlı, diyar kir ku rapora HUDA PARê bi mebesta safîkirina krîzên kûr ên civakî û siyasî hatiye amadekirin û heta niha ji aliyê partiyên din ve nerazîbûnek nehatiye nîşandan.

“Pirsgirêka Şer û Pevçûnê û Meseleya Kurd Ji Hev Cuda Ne”

Serkan Ramanlı derbarê naveroka raporê û cudahiya di navbera meseleya Kurd û meseleya çekdarî de wiha axivî: “Her wekî partiyên din ku cih di komîsyona vê pêvajoyê de girtine, me jî rapora xwe nivîsand û teslîmî serokatiya Meclîsê kir. Me pirsgirêka şer û pevçûnê, tundûtûjiyê cuda, meseleya kurd û safîkirina meseleya kurd jî ji hev cuda me nivîsand. Ji ber ku em naxwazin ev her du pirsgirêk bi hev re tevlîhev bibin û bêne axaftin. Lewra heta niha bi hev re hatine axaftin û gotin û muzakere kirin; ne meseleya tundûtûjiyê safî bû, ne meseleya kurdan safî bû li Tirkiyê.”

“Heger Meseleya Pkkê Neyê Safîkirin Jî, Divê Meseleya Kurd Bê Safîkirin”

Ramanlı di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku PKK ne encameke rasterast a pirsa Kurd e, lê belê ji vê pirsê qewet girtiye. Ramanlı diyar kir ku PKK wekî rêxistineke çepgir hatiye avakirin û bi vî rengî mezin bûye, lê ji bo çareseriyê divê her du mesele jî di rêyên xwe yên taybet de bêne çareserkirin. Ramanlı got ku heger meseleya PKKê neyê safîkirin jî, divê dîsa meseleya Kurd li Tirkiyê bê safîkirin û berovajî wê jî divê gav bêne avêtin da ku rê li ber tundûtûjiyê bê girtin.

Derbarê çekberdan û vegera endamên PKKê bo jiyana medenî de, HUDA PARê pêşniyareke qanûnî ya berfireh pêşkêş kiriye. Ramanlı derbarê vê plana ku cara yekem ji aliyê wan ve hatiye pêşniyarkirin de weha got: “Dema ku çarçoveyek ji bo destberdana ji çekan hate qebûlkirin di Meclîsê de, ew endamên PKKê ku îro dibêjin 'ez xwe fesh dikim û ez dest ji çekan berdidim', wê pêşiya wan bê vekirin. Ew kesên ku heta vî gava xwîn rijandin bi destê xwe nekiribûn, ji bo wan yekser efû hebe û neçin hepsê. Ew kesên ku di hepsê de ne, cezayê wan hinek em kêm bikin. Ji nîvî an jî ji sê par du par em tê de bihêlin, parê efû bikin bi vî awayî em bikin ku bêne serbestberdan.”

“Divê Bingehên Hiqûqî û Destûrî yên Pirsgirêkan Bêne Guhertin”

Li Hîndistanê fîlên wehşî 5 kesan kuştin
Li Hîndistanê fîlên wehşî 5 kesan kuştin
İçeriği Görüntüle

Ramanlı her wiha ji bo kesên li derveyî sînor in jî pêşniyara "demeke derbasbûnê" kir û diyar kir ku divê birînên sosyolojîk rehet bibin berî ku ew tevlî civakê bibin. Ramanlı anî ziman ku armanca wan ne tenê ji bo PKKê, lê belê ji bo hemû rêxistinên çekdar ên li Tirkiyê rê vekirina ber bi çareseriyê ve ye. Di raporê de her weha hatiye destnîşankirin ku çareserî tenê bi feshkirina rêxistinan nabe û divê bingehên hiqûqî û destûrî yên pirsgirêkan bêne guhertin.

Di warê guhertina Destûra Bingehîn de, Ramanlı bal kişand ser maddeyên ku nasname û mafên bingehîn ên Kurdan eleqedar dikin. Ramanlı li ser vê mijarê weha axivî: “Em ser vê baweriyê ne: Her partî li gorî xwe li van meseleyan fikrê xwe dibêje. Hinek ji wan dibêje 'tu meseleya kurd tune ye, ev tenê meseleyeke terorê ye'. Em dixwazin di vê meseleyê de pêşniyarên xwe bidin pêş û her kes bira zanibe ku meseleya kurd jî heye. Ne tenê bi safîkirin û feshkirina PKKê ev mesele bi dawî nabe. Meseleya kurd meseleyeke zêdetirî sed salî ye li Tirkiyê hêjî heye.”

“Kurd jî Damezrînerên vê Dewletê ne”

Ramanlı daxwazên xwe yên sereke yên ji bo destûreke nû rêz kirin û diyar kir ku divê Kurd wekî damezrînerên dewletê bêne qebûlkirin. Ramanlı got: “Ya yekem eve ku lazim e di destûrê de bê qebûlkirin ku damezrînerên dewleta Tirkiyê kurd in jî. Erê tirk hene, lê kurd jî damezrînerên vê dewletê bi xwe ne. Û bi nasnameya xwe û bi zimanê xwe lazim e li vê dewletê karibin bijîn. Zimanê kurdan, kurdî, lazim e bibe zimanê perwerdehiyê. Û ew qanûn û yasayên ku heta vî gavî li ser înkara kurdan hatiye qebûlkirin û çêkirin, lazim e temam ji holê rabin.”

“Divê Zimanê Kurdî jî Wekî Zimanê Tirkî Biqîmet Bibe”

Di dawiya axaftina xwe de, Parlementerê Batmanê Serkan Ramanlı bal kişand ser biratiya hezar salî ya li ser bingeha Îslamê û destnîşan kir ku divê zimanê Kurdî jî wekî zimanê Tirkî biqîmet bibe. Ramanlı diyar kir ku înkarkirina sed salî zirar daye civakê û ji bo çareseriyeke mayinde divê heq û huqûqê her du gelan bê parastin. Ev rapora HUDA PARê wekî gaveke berbiçav a ji bo rakirina qedexeyan û geşedana herêmî di rojeva siyasî ya Tirkiyê de cîhekî girîng girt.

Kaynak: ŞEVKİ ASLAN