Qezaya trafîkê ya tirsnak a ku li Dîyarbekirê dema kamyonek li du wesayîtan qelibî qewimî, ji hêla kamerayên ewlehiyê ve hate qeydkkirin.

Qeza, li çarrêya taxa Karamusê ya rêya Dîyarbekir-Êlihê qewimî.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, qamyona bi plaqeya 31 BD 454 li taksiya bazirganî ya bi plaqeya 21 TT 0762 û wesayîta bazirganî ya sivik a bi plaqeya 06 EC 8333 ku li çarrêyê diçûn qelibî.

Piştî xeberdayînê, ekîbên tenduristiyê, îtfaîyeyê û ewlehiyê ji herêmê re hatin şandin.

Du kes li cihê qezayê mirin, û du kesên din ên ku rakirin nexweşxaneyê tevî hemû hewldanan nehatin rizgarkirin. Şofêrê taksiyê yê birîndar H.Î.B. hêna jî tê dermankirin.

Îranê dest danî li ser du keştîyên ku sotemeniya qaçax hildigirt
Îranê dest danî li ser du keştîyên ku sotemeniya qaçax hildigirt
İçeriği Görüntüle

Hat diyarkirin ku kesên di qezayê de canê xwe ji dest dane Abdullah Sîgîn (29), Leyla Sîgîn (35), Omer Sîgîn û Ruşen Sîgîn in. (ÎLKHA)
https://ilkha.com/kurdi/rojev/qezaya-ku-li-dîyarbekirê-tê-de-4-kes-mirin-bi-kamerayan-hat-qeydkirin-492806

Muhabir: Editör