Serokê Têkiliyên Derve yê HUDA PARê Huseyîn Îmîr, bal kişand ser felaketa mirovî ya ku ji ber şert û mercên zivistanê û dorpêçê li Xezzeyê kûrtir dibe û bang li welatên Îslamî û civaka navneteweyî kir ku ji bo gelê Xezzeyê gavên berbiçav bavêjin.

Serokê Têkiliyên Derve yê HUDA PARê Huseyîn Îmîr li ser krîza mirovî ya li Xezzeyê, polîtîkayên mueyîdeyên aborî yên Emrîkayê yên li dijî welatên herêmê û pevçûnên berdewam ên li Yemenê nirxandin kir.

Îmîr bi bîr xist ku gelê Xezzeyê, ku ji pêdiviyên herî bingehîn ên wekî stargeh û xwarinê bêpar e, dikeve zivistana xwe ya çaremîn û destnîşan kir ku divê hemû welatên Îslamî, nemaze welatên endam ên Komîteya Aştiyê, êdî ji peyamên şermezarkirinê wêdetir biçin û ji bo bidestxistina encaman îradeyek biryardar nîşan bidin.

Îmîr diyar kir ku li Xezzeyê alîkariya mirovî tê astengkirin, xetên îşxalkirinê têne berfirehkirin û êrîş berdewam dikin, û got ku Komîteya Aştîyê ya ku nêzîkî salekî ye dixebite, nekariye ti encamek berbiçav bi dest bixe.

"Derbarê Xezzeyê de gavên berbiçav hewce ne"

Îmîr bal kişand ku gelê Xezzeyê ji banekî ewle, xwarin û pêdiviyên herî bingehîn ên mirovî bêpar dikeve zivistana xwe ya çaremîn û got, "Di demekê ku alîkariya mirovî ya ji bo Xezzeyê tê astengkirin de xetên îşxalkirinê berfireh dibin û qetlîam berdewam dikin."

"Konseya Aştiyê rola parastina dagirkeriyê girtiye ser xwe"

Îmîr tekez kir ku Komîteya Aştiyê ji bilî ku nêzîkî salekî ye wekî berdevkê rejîma terorîst a sîyonîst tevdigere, ti encamek berbiçav bi dest nexistiye û wiha got, "Ev komîte heta parastina dagirkeriyê jî çûye, heta Hamasê jî ji ber bombebarankirina nexweşxaneyan ji aliyê îşxalkerên sîyonîst ên qirker ve di dema pêvajoya agirbestê de berpirsyar girtiye."

"Divê welatên Îslamî û cîhana azad gavên berbiçav û encamkar bavêjin"

Îmîr diyar kir ku di serdema pêş de divê hemû welatên Îslamî, bi taybetî jî welatên endam ên Komîteya Aştiyê ya Xezzeyê, tenê bi peyamên şermezarkirinê razî nebin û divê îradeyek ji bo bidestxistina encaman nîşan bidin û wiha dewam kir:

HUDA PAR: Divê em rê nedin ku destkeftiyên Herêma Kurdistanê bikevin talûkeyê
HUDA PAR: Divê em rê nedin ku destkeftiyên Herêma Kurdistanê bikevin talûkeyê
İçeriği Görüntüle

"Welatên Îslamî û cîhana azad, ku naxwazin bibin şirîkê qirkirina ku ji aliyê sîyonîstan ve tê kirin, ji bona ku alîkariya mirovî bê astengî were şandin divê helwesteke tund nîşan bidin û gavên berbiçav bavêjin, ji nû ve avakirina Xezzeyê dest pê bike û hêzên îşxalker bi tevahî vekişin."

Dorpêçên aborî û sînorî yên Emrîkayê yên li dijî Îranê

Îmîr diyar kir ku Emrîka bi berfirehkirina dorpêça xwe ya li dijî Îranê, aboriyê veguherandiye çekek şer a eşkere û got, "Daxuyaniya Wezîrê Derve yê Iraqê ku Washington dixwaze deriyên sînor ên bi Îranê re werin girtin, asta vê çewisandinê nîşan dide. Nayê qebûlkirin ku dewletek li aliyê din ê okyanûsê welatên din neçar bike ku li dijî cîranên xwe dorpêçên aborî ferz bikin. Emrîka ne tenê Îranê, lê di heman demê de têkiliyên aborî yên herêmê û mafên serwer ên dewletan jî hedef digire. Armanca van polîtîkayan ew e ku mirovan bi birçîbûnê terbiye bikin, bi mîlyonan kesan bi xizaniyê ceza bikin û cezayên aborî wekî amûrek ji bo bidestxistina armancên sîyasî bikar bînin."

"Divê bazirganiya bi cîranan re ji girêdayîbûna biryarên sîyasî yên welatên sêyemîn azad bibe"

Îmîr diyar kir ku êdî têrê nake ku hikûmetên cîhanê gazinan li ser veguherandina dolar û pergala darayî ya navneteweyî ji aliyê Emrîkayê ve bo amûrek zexta sîyasî bikin û ev nirxandin kir:

"Sedema sereke ya berdewamiya vê serdestiya aborî têkçûna welatan e ku mekanîzmayên bazirganî, dravdan û fînansê yên alternatîf pêş bixin. Ji ber vê yekê, divê welatên herêmê di bazirganiya xwe ya bi cîranên xwe re girêdayîbûna xwe bi biryarên sîyasî yên welatên sêyemîn kêm bikin, bazirganiya bi diravên herêmî xurt bikin û pergalên dravdanê yên serbixwe biafirînin. Wekî din, ji bona ku li hember zextên derveyî yên ku armanc dikin girtina deriyên sînor bisekinin divê mekanîzmayên dîplomatîk û aborî yên hevbeş werin pêşxistin."

"Armancgirtina deverên sivîlan êşa li Yemenê kûrtir dike"

Îmîr diyar kir ku ew bi fikar qurbaniyên sivîl û krîza mirovî ya kûrtir a ji ber pevçûnên li Yemenê dişopînin û got, "Armancgirtina deverên sivîlan di êrîşên hewayî yên ji aliyê Erebistana Siûdî ve tên kirin de êşa gelê Yemenê yê ku bi salan e ji bo şer bedelên giran dide, zêde dike."

"Riya aştiya mayînde li Yemenê bi diyalog û çareseriyeke sîyasî ye"

Îmîr tekez kir ku aştiya mayînde li Yemenê bi diyalog û danûstandinan, ne bi destwerdana leşkerî, dikare pêk were û wiha got, "Divê hemû alî tavilê êrîşan rawestînin, xwe ji kiryarên ku aloziyê zêde dikin dûr bigirin û ji bo çareseriyeke sîyasî bêyî derengmayîn vegerin ser maseya mizakereyan. Pêşeroja Yemenê divê ne bi destwerdanên leşkerî yên hêzên derve, lê bi îradeya gelê Yemenê û pêvajoyeke sîyasî ya berfireh ku ji hêla Yemenîyan bi xwe ve tê meşandin were diyarkirin." (ÎLKHA)

HÜDA PAR’lı İmir’den Gazze çağrısı: Somut adımlar atılmalı

HÜDA PAR Dış İlişkiler Başkanı Hüseyin İmir, Gazze’de devam eden insani krize dikkat çekerek İslam ülkeleri ve uluslararası topluma somut adımlar atma çağrısında bulundu. İmir, Gazze’ye insani yardımların ulaştırılması, yeniden imar sürecinin başlatılması ve işgal güçlerinin bölgeden çekilmesi gerektiğini söyledi.

HÜDA PAR Dış İlişkiler Başkanı Hüseyin İmir, Gazze’de yaşanan insani kriz, ABD’nin bölge ülkelerine yönelik ekonomik yaptırımları ve Yemen’de devam eden çatışmalara ilişkin değerlendirmelerde bulundu.

Gazze halkının barınma, gıda ve temel insani ihtiyaçlardan yoksun şekilde dördüncü kışını geçirdiğini belirten İmir, özellikle kış şartları ve abluka nedeniyle insani felaketin derinleştiğini ifade etti. İnsani yardımların engellendiğini, işgal alanlarının genişletildiğini ve saldırıların sürdüğünü kaydeden İmir, yaklaşık bir yıldır faaliyet gösteren Barış Kurulu'nun ise somut bir sonuç ortaya koyamadığını savundu.

“Gazze konusunda somut adımlar atılmalı”

Barış Kurulu'nun tutumunu eleştiren İmir, kurulun işgali koruyan bir rol üstlendiğini ileri sürdü. Ateşkes sürecinde hastanelerin bombalanmasından Hamas'ın sorumlu tutulmasını da eleştiren İmir, uluslararası toplumun artık yalnızca kınama mesajlarıyla yetinmemesi gerektiğini belirtti.

İmir, İslam ülkeleri ve özgür dünyanın Gazze halkına yönelik insani yardımların engelsiz ulaştırılması için daha kararlı bir tutum sergilemesi gerektiğini vurgulayarak, Gazze'nin yeniden inşasının başlatılması ve işgal güçlerinin bölgeden tamamen çekilmesi çağrısında bulundu.

ABD'nin İran'a yönelik yaptırımlarına tepki

ABD'nin İran'a yönelik ekonomik yaptırımlarını da değerlendiren İmir, Washington yönetiminin ekonomiyi açık bir savaş aracı olarak kullandığını söyledi.

ABD'nin Irak üzerinden İran ile olan sınır kapılarının kapatılmasını istediğine ilişkin açıklamaların ekonomik baskının boyutunu gösterdiğini belirten İmir, bir ülkenin başka devletleri komşularına karşı ekonomik yaptırım uygulamaya zorlamasının kabul edilemeyeceğini ifade etti.

İmir, ABD'nin yaptırım politikalarının yalnızca İran'ı değil, bölgedeki ekonomik ilişkileri ve devletlerin egemenlik haklarını da hedef aldığını savundu.

“Bölgesel ticaret bağımsız hale getirilmeli”

Ekonomik baskılara karşı bölge ülkelerinin alternatif ticaret ve ödeme mekanizmaları geliştirmesi gerektiğini belirten İmir, yerel para birimleriyle ticaretin güçlendirilmesi ve bağımsız ödeme sistemlerinin oluşturulması çağrısı yaptı.

Ülkelerin komşularıyla ticaretlerinde üçüncü ülkelerin siyasi kararlarına olan bağımlılığını azaltması gerektiğini kaydeden İmir, sınır kapılarının kapatılması gibi dış baskılara karşı ortak diplomatik ve ekonomik mekanizmaların geliştirilmesinin önemine işaret etti.

Yemen'deki saldırılara tepki

Yemen'de devam eden çatışmalara da değinen İmir, Suudi Arabistan tarafından gerçekleştirilen hava saldırılarında sivil yerleşim alanlarının hedef alınmasının halkın yaşadığı insani acıları artırdığını belirtti.

Muhabir: HABER MERKEZİ