Ekîba Karawana Hêvîyê ku niha ji bo gihandina alîkariya mirovî bo Xezzeyê li Misrê ye, bi duayan xatir ji qamyonên alîkariyê yên ku bi piştgiriya xêrxwazan hatine amadekirin xwest. Rayedarên weqfê her wiha li Qahîreyê serdana hinek malbatên Filistînî kirin û alîkariya maddî gihandin wan.
Li Xezzeyê, ku bi deh hezaran kes lê hatine kuştin, binesaziya wê bi tevahî hatiye wêrankirin, û pergalên tenduristî û perwerdeyê ji ber şerê ku ji du salan zêdetir berdewam kiriye hilweşiyane, bi sed hezaran kes di bin şert û mercên dijwar de ji bo jiyanê têdikoşin.
Karwana Hêvîyê ji damezrandina xwe ve bênavber xebatên alîkariyê ji bo Filistînê dimeşîne û piştî 7ê Cotmeha 2023an xebatên xwe yên alîkariyê li herêmê zêdetir kiriye.
Karwana Hêvîyê, ku berê gelek caran kamyonên alîkarîyê yên li Qahîreyê hatine amadekirin bi rêya Deriyê Sînor ê Refahê gihandiye Xezzeyê, sê kamyonên alîkarîyê yên din ên ku pêdiviyên bingehîn ên wekî xwarin, cil, kîtên paqijîyê û betanî tê de hebûn şandiye Xezzeyê. (ÎLKHA)




