Dikkat! Çıldır, Posof, Göle, Damal'da elektrik kesintileri yaşanacak
Dikkat! Çıldır, Posof, Göle, Damal'da elektrik kesintileri yaşanacak
İçeriği Görüntüle

Bûyer, di seatên serê sibehê de li gundê Girê Mîra ya Nisêbîna Mêrdînê pêk hat.

Li gorî îddîayan, H.A. yê ku ji dîya xwe şîr dimêd, şîr ket qirika wî ya nefesê û ji nîşkav de pirpitîya û xeber ji ekîbên tenduristîyê re hat şandin.

Ekîbên ku hatin cîhê bûyerê îfade kirin ku rewşa H.A. giran e û wî rakirin nexweşxaneyê.

Lê hat destnîşankirin ku pitik H.A. li nexweşxaneyê digel temamî midexeleyan canê xwe ji dest da.

Cenazeya H.A. ji bona ku sedema mirina wî ya zelal bê diyarkirin ji Sazîya Tip a Edlî ya Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Mêrdînê de hat rakirin.

Derheqê meseleyê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

Muhabir: Editör