Hat îfadekirin ku di çarçoveya vê polîtîkayê de xwarin û derman li Xezzeyê li hember ji du milyonî zêdetir însanan re wek çekan tên bikaranîtin.

Endamê Biroya Sîyasî ya Hamasê Îzzet er-Rîşk, destnîşan kir, “Dubarekirina derew û îddîayên çapemenîya Îbranî ya derheqê firotin û talankirina alîkarîyên însanî ya li Xezzeyê ji teref HAMASê ve ku Serokê Emrîkayê Donald Trump dibêje bi tundî şermezar dikin.”

Ardahan – Aras EDAŞ Planlı Elektrik Kesintileri
Ardahan – Aras EDAŞ Planlı Elektrik Kesintileri
İçeriği Görüntüle

Rîşk dûre weha got, “Sûcdarkirina Trumpê bê kok û bêesil e û tu delîlekî wî tineye. Van gotinan sûcdaran paqij derdixin û mexdûran jî mesul dibînin. Rapor û mirovên ku di nav de sazîyên navneteweyî yên wek NYyê jî hene berê jî van îddîayan derewandibûn. Di tehqîqatekî hindir a ji teref Ajansa Pêşveçûna Navneteweyî ya Emrîkayê ve de jî hatibû teyîdkirin ku tu delîlekî tuneye ku HAMASê alîkarîyan talan kirîye.”

Er-Rîşk weha berdewam kir, “Di çarçoveya birçîhiştin û qirkirina ku li Xezzeyê tê kirin, encamekî polîtîkayên îşxalê ya ku bi desteka Emrîkayê dike ye. Di çarçoveya vê polîtîkayê de xwarin û derman li Xezzeyê li hember ji du milyonî zêdetir însanan wek çekan tên bikaranîtin.”

Rîşk bang li Washingtonê kir, û got ku bila mesulîyeta xwe ya exlasî û hiqûqî bicîh bîne, bila dev ji destekdayîna ji rejima sîyonîst berde û mertalbûna xwe ya ji sûcên ku li hember gelê Filistînê tê bikaranîtin vegere.

Rîşk ji her kesî xwest ku piştgiriyê bidin hewildanên ji bo dabînkirina ewle û bêkêmasî ya alîkariya mirovî ji bo hemî Filistîniyan bêyî ti sînorkirin an şertek, û her wiha got ku divê alîkarî bi rêya Neteweyên Yekbûyî were belavkirin û Weqfa Alîkariya Mirovî ya Xezzeyê (GHF), ku rêxistineke alîkariyê ye ku ji hêla rejîma sîyonîst û Emrîkayê ve tê kontrol kirin, dafikek e ji bo kuştina mirovên birçî û hewcedar.

Serokê Emrîkayê Donald Trump, di daxuyaniyekê de ji bo malpera nûçeyan a "Axios" got ku ew ji ber raporên birçîbûnê li Xezzeyê "bi fikar" e û HAMAS bi talankirina alîkariyên ku dikevin herêmê tawanbar kir. (ÎLKHA)

Muhabir: Editör