Îşxalkeran êrîşî kampa Balatayê kirin: 1 şehîd 9 birîndar Îşxalkeran êrîşî kampa Balatayê kirin: 1 şehîd 9 birîndar

Bi sedan endam û dildarên partiyê di çarçoveya bernameya ku ji teref Şaxên Ciwanên HUDA PARê ve hat tertîpkirin de li Mizgefta Kuçuk Mecîdiyeya Beşîktaşê hatin cem hev, nimêja sibê bi cemaetê re kirin û dû re li Parka Yildizê bi temaya "Meşa Qudsê" meşek li dar xistin.Ciwanên ku hatin cem hev di meşa ku Serokê Bajêra Stenbolê yê HUDA PARê Mehmet Eşîn û gelek kesên ji rêvebiriya parêzgehê jî beşdar bûn, ji bo ku zilma li ser axa Filistînê û li hemû bajarên mezlûm bi taybetî li Xezzeyê bi dawî bibe dua kirin.

“Hin ciwanên me ji 50 kîlometre dûr hatin vir”

Serokê Bajarê Stenbolê yê HUDA PARê Mehmet Eşîn piştî meşê ji nûçegihanê ÎLKHAyê re axivî û got, “Weke Serokatiya Bajêra Stenbolê ya HUDA PARê me vê sibê ji bo ku ciwanên xwe di fealiyetên civakî de bînin cem hev çalakiyek li dar xist. Piştî nimêja sibê ya bi cemaetê re me li parka li kêleka mizgeftê meşeke bi navê “Meşa Qudsê” kir. Quds û Mescîda Eqsayê divê di rojeva me de be û li hemû qadên jiyana me belav bibe da ku di ciwanên me de hişyariya Qudsê çêbibe. Me ev meş li dar xist da ku em fêm bikin Quds niha di bin îşxala siyonîstan de ye, mucadeleya li Xezzeyê bi bedelên mezin tê kirin û em bidin zanîn ku mucadeleya li wir ji bo azadiya Quds û ummetê ye. Hin ciwanên me ji 50 kîlometre dûr hatin vir. Ez spasiya wan hemûyan dikim. Bi hêviya ku em wek midûriyeta parêzgehê çalakiyên wiha yên civakî bidomînin û em bi hev re kar bikin ku ciwanên xwe hem di warê madî û hem jî di warê manewî de pêş bixin.” (ÎLKHA)

Sabah namazında buluşup Kudüs için yürüdüler

    

Filistin'de yaşanan siyonist soykırıma sessiz kalmayan gençler, sabah namazında duada buluşup Kudüs için yürüyüş gerçekleştirdi.

HÜDA PAR İl Gençlik Kolları tarafından düzenlenen program kapsamında Beşiktaş Küçük Mecidiye Camii'nde bir araya gelen yüzlerce parti üye ve gönüllüsü, sabah namazını cemaatle kıldıktan sonra Yıldız Parkı'nde "Kudüs Yürüyüşü" temasıyla bir yürüyüş gerçekleştirdi.


HÜDA PAR İstanbul İl Başkanı Mehmet Eşin ve il yönetiminden çok sayıda kişinin de katılım sağladığı yürüyüşte bir araya gelen gençler, Gazze başta olmak üzere Filistin topraklarında ve zulüm altındaki tüm beldelerde yaşanan zulmün son bulması için dua etti.

Yürüyüşün ardından İLKHA muhabirine konuşan HÜDA PAR İstanbul İl Başkanı Mehmet Eşin, "HÜDA PAR İstanbul İl Başkanlığı olarak gençlerimizi sosyal aktivitelerde buluşturmak adına bu sabah bir etkinlik gerçekleştirdik. Sabah namazını cemaatle eda ettikten sonra caminin hemen yanı başında bulunan parkta "Kudüs Yürüyüşü" adıyla bir yürüyüş gerçekleştirdik. Kudüs ve Mescid-i Aksa gündemimizde olmalı ve hayatımızın tüm alanlarına sirayet etmeli ki gençlerimizde Kudüs bilinci oluşsun. Şu anda Kudüs'ün siyonist işgal altında olduğunu, Gazze'de büyük bedeller ödenerek verilen mücadeleyi anlamak, orada verilen mücadelenin Kudüs'ün, ümmetin özgürlüğü için olduğunu anlatmak amacıyla bu yürüyüşü yaptık. Bazı gençlerimiz 50 kilometre öteden buraya geldiler. Hepsine teşekkür ediyorum. İnşallah il başkanlığı olarak bu tür sosyal aktivitelerimiz devam edecek ve gençlerimizi madde, manen daha ileriye taşımak amacıyla hep birlikte çalışacağız." dedi. (İLKHA)

Editör: MUSTAFA KAYNAK