Li gorî agahiyên destpêkê, di qezaya ku mînîbusek ku karkerên çandiniyê hildigirt li Sêwasê ji zinaran qulipî de, sê kesan canê xwe ji dest dan û 4 jê giran 18 kes jî birîndar bûn.

Mînîbusek ku karkerên çandiniyê dibir û ji bo çinîna findiqan ber bi Orduyê ve diçû, li nêzî navçeya Bilekan a Sêwasê, derdora saet 5:00an de li nêzî Geliyê Geminbeliyê yê herêma Şarkoyê kontrola wesayîtê winda kir û kete geliyê.

Di mînîbusê de karker hebûn ku ji Rihayê bi rê ketibûn.

Weqfa Êtîman ji malbatên êtîman re alîkarîya êzingan kir
Weqfa Êtîman ji malbatên êtîman re alîkarîya êzingan kir
İçeriği Görüntüle

Piştî qezayê, ekîbên tenduristiyê, cenderme, AFAD û îtfaîyeyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Li gorî agahiyên destpêkê, di qezayê de 3 kes mirin û 18 kes jî birîndar bûn û 4 ji wan jî giran in.

Birîndar li Nexweşxaneyên Dewletê yên Bilekan û Zarayê hatin dermankirin.

Tê ragihandin ku rewşa hinek birîndaran giran e. (ÎLKHA)

Muhabir: Editör