Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 67 hezar û 183an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 169 hezar û 841 kesan.

Di nav 24 seatên dawîn de ji nexweşxaneyên Xezzeyê re 10 şehîd û 61 birîndar hatin gihandin.

Ji 18ê Adara 2025an vir ve ku rejima îşxalker agirbestê xera kir êrîş dijwartir bû. Heta niha 13 hezar û 588 kes şehîd bûn, 57 hezar û 800 kes jî birîndar bûn.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu derheqê Fîloyê de daxuyanî da
Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu derheqê Fîloyê de daxuyanî da
İçeriği Görüntüle

Li gorî çavkanîyên tenduristîya Filistînê, piranîya şehîdan zarok û pîrek in.

Rayedaran, bal dikşînin ku her roj ku diçe şehîd zêde dibe û rewşa însanî jî xerabtir dibe.

Hat îfadekirin hêna jî gelek mirov di bin kavilan de ne û ambûlans û ekîbên paratina sîvîl nikarin xwe bighînin wan. (ÎLKHA)

Muhabir: Editör