Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 59 hezar û 676an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 143 hezar û 965 kesan.

Di nav 24 seatên dawîn de ji nexweşxaneyên Xezzeyê re 89 şehîd û 467 birîndar hatin gihandin.

Ji 18ê Adara 2025an vir ve ku rejima îşxalker agirbestê xera kir êrîş dijwartir bû. Heta niha 8 hezar û 527 kes şehîd bûn, 31 hezar û 924 kes jî birîndar bûn.

Li gorî çavkanîyên tenduristîya Filistînê, piranîya şehîdan zarok û pîrek in.

Rayedaran, bal dikşînin ku her roj ku diçe şehîd zêde dibe û rewşa însanî jî xerabtir dibe.

Kürtçe'de Emir, İstek, Şart Kipleri - Di Kurdî de Raweyên Fermanî, Bilanî, Hekanî
Kürtçe'de Emir, İstek, Şart Kipleri - Di Kurdî de Raweyên Fermanî, Bilanî, Hekanî
İçeriği Görüntüle

Hat îfadekirin hêna jî gelek mirov di bin kavilan de ne û ambûlans û ekîbên paratina sîvîl nikarin xwe bighînin wan. (ÎLKHA)

Muhabir: Editör