Li gorî daneyên ku hikûmetê daxuyand, li Xezzeyê ji ber polîtîkaya birçîhiştina rejima siyonîst 147 jê zarok 435 Filistînî şehîd bûn.

Li Mêrdînê malbatek di nav mala xwe de mirî hatin dîtin
Li Mêrdînê malbatek di nav mala xwe de mirî hatin dîtin
İçeriği Görüntüle

Wezareta Sihheta Filistîna li Xezzeyê, daxuyand ku polîtîkaya birçîhiştina sîstematîkî ya ku rejima siyonîst dimeşîne, herêmê kirîye nav felaketekî ku di dîrokê de tiştekî ewakî nehatîye dîtin. Di 24 seetên dawîn de ji ber birçîbûnê 4 kes şehît bûn.

Li gorî daneyên Wezareta Tendurstîyê, heta niha ji ber birçîhiştinê û kêmxwarinê 435 kes şehîd bûne. Di nav vê hejmarê de jî 147 jê zarok hene.

Daneyên ku hatine parvekirin nîşan dide ku 30 hezar kes jîyana wan ji ber kêmxwarinê di nav mirinê de ne, 300 hezar zarokê ku kêmî 5 salî ne jî di bin rîska mirinê de ne.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku van reqeman nîşan dide ku rejima siyonîst birçîbûnîyê wek çekekî bikartîne û ev jî îxlala hiqûqa navneteweyî ye, hemî van tiştan jî dikeve nav sûca qirkirinê. (ÎLKHA)

Muhabir: Editör