Di êrîşên rejima sîyonîst de 12 jê sîvîlên ku li benda alîkarîyê bûn, 3 jê pîrek tev de 22 Filistînî şehîd bûn. Li Ez-Zevadîye ya Xan Yûnisê xanî û konê sîvîlan hatin hedefgirtin.

Êrîşên rejima sîyonîst bi qetlîamekî nû berdewam kir. Di êrîşên vê sibehê de 12 jê sîvîlên li benda alîkarîyê bûn tev de 22 Filistînî şehîd bûn.

Li Rûsyayê êrîş li tesîsa ÎHAyê hat kirin
Li Rûsyayê êrîş li tesîsa ÎHAyê hat kirin
İçeriği Görüntüle

Li gorî çavkanîyên tenduristîyê, cenazeya 12 kesên ku li herêma belavkirina alîkarîya li nêzê Qorîdora Netzarîmê hatin şehîdkirin ji Nexweşxaneya Şafîyê re hatin anitin.

Li Ez-Zevayîdeyê jî Hamed Îbrahîm el-Kureynavî, pîreka wî û sê zarokên wî di encama hedefgirtina mala wan de şehîd bûn.

Li Xan Yûnisê jî di encama bomberdmana bi ÎHAyê ji malbata Semurê; Ahmed, Eyyûb û Enes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.

Hat îfadekirin di êrîşên dinê de jî ku li bakurê Xan Yûnisê hatin lidarxistin Rena Ramzî Yahya Ebû Hamra û dîya wî Hena Ebû Hamra şehîd bûn. (ÎLKHA)

Muhabir: Editör