Kültür & Sanat

Li Xezze xela despêkir

HAMASê, ji ber kêmasîya alîkarîyên însanî û girtîbûna derbasbûna ji sînoran daxuyand ku Xezze bi xelayê re rûbirû ye.

Li Xezze xela despêkir
Abone Ol
HAMASê weha daxuyand, “Xelkê me yê Fîlîstînê yên li Xezzeyê, bi taybetî xelkê me yên li Xezze û wîlayeta bakur, ji ber ku herba birçîhiştina dilkevir felaket zêde bûye û bi nîşanên xelayê re rûbirû mane.”

Di daxuyanîyê de hat desnîşankirin ji ber ku rejîma sîyonîst derbasbûna sînoran girtîye û alîkarî kêmasîne tehdîda birçîbûnî û xelayê heye, rejîma sîyonîst jî çeka birçîbûnîyê ku sûc e bi kar tîne û li dijî xelkê Fîlîstîn û Xezzeyê sûca xwe ya qirkirinê didomîne.

HAMASê di daxuyanîya xwe de bang li welatên Îslam û Ereban jî kir ku bila zextên xwe yên li ser rejîma sîyonîst ji bona temînkirina alîkarîyan û vekirina sînoran zêde bikin, ji Neteweyên Yekbûyî re jî bang kir ku bi lez û bez midexeleyê bike. (ÎLKHA)