Li navçeya Qosera Mêrdînê, dê, bav û qîza wan a 5 salî di nav malên xwe de wek bi guleyan li seêr xwe gule xwarine hatin dîtin.

Bûyer, doh êvarê li Apartmana Haci Şeyhmus Can a li Taxa Turgut Ozalê di qata duyemîn de pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, cîranên ku ji malbata Kayayê xeberê nestandine, bi tevî muxtarê taxê derî vekirine û ketine hindir.

Di lêgerîna ku di nav malê de hatîye kirin de bav Mehmet Kaya (37), pîreka wî Berna Kaya (33) û zarokê wan Samyelî Kaya (5) bi şekla ku gule li ser wan ketîye hatine dîtin.

Kürtçe'de Emir, İstek, Şart Kipleri - Di Kurdî de Raweyên Fermanî, Bilanî, Hekanî
Kürtçe'de Emir, İstek, Şart Kipleri - Di Kurdî de Raweyên Fermanî, Bilanî, Hekanî
İçeriği Görüntüle

Li ser xeberdayînê ji herêmê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Hat destnîşankirin ku her sê mirov jî canê xwe ji dest dane. Cenaze ji bo otopsîyê ji morgê re hatin rakirin.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

Kaynak: İLKHA