Li Keşmîra di bin kontrola Pakistanê de, di encama qezaya qamyonetekê de 4 kes mirin û 6 kes jî birîndar bûn.

Medreseya ku Feqîyê Teyran lê ders daye, di bin talûkeya windabûnê de ye
Medreseya ku Feqîyê Teyran lê ders daye, di bin talûkeya windabûnê de ye
İçeriği Görüntüle

Li gorî medyaya herêmî, dema ku qamyonetek li herêma Mirpur a Keşmîrê ya di bin kontrola Pakistanê de kete geliyekî, herî kêm çar kes mirin û şeş kes jî birîndar bûn.

Ekîbên polês û rizgarkirinê zû gihîştin cihê bûyerê û cenaze û birîndaran birin nexweşxaneyek nêzîk.

Polês ragihand ku rewşa du ji birîndaran giran e.

Qeza ji ber ku firên qamyonê dema ku li ser girêkî bilind ê li pişt pira Dhan Galli hildikişiya, xera bûn qewimî. (ÎLKHA)

Muhabir: Editör