Li Îslamabada paytexta Pakistanê, li nêzê avahîya dadgehê êrîşa xwekujê hat lidarxistin, di encamê de 12 kesan canê xwe ji dest dan, 21 kes jî birîndar bûn.
Hat îfadekirin ku êrîş li nêzê avahîya dadgehê pêk hatîye
Li gorî nûçeyên ku di çapemenîya Pakistanê de derbas dibin, piştî bihîstina dengê teqînê ji herêmê re gelek ekîbên polês û tenduristîyê hatine sewqkirin.
Hêzên ewlehîyê, herêmê kirin bin kontrolê û dest bi lêkolînan kirin. Rayedarên polêsan rast kirin ku êrîş ji teref xwekujekî ve hatîye lidarxistin. Hat destnîşankirin ku mirovên birîndar jî ji nexweşxaneyên derdorê re hatin rakirin. (ÎLKHA)
Muhabir: Editör




