Li Îraqê di febrîqeyekî de xaza amonyakê belav bû û di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest dan, 3 karker jî birîndar bûn.
Bûyerî, li derveyê navçeya El-Xalis a bakurrojavaya bajara Dîyalayê di nav febrîqeyekî de pêk hat.
Li gorî çapemenîya welat, di febrîqeyekê de 2 kesan ji ber xaza amonyakê canê xwe ji dest dan, 3 kes jî birîndar bûn.
Çavkanîyên ewlehîya Îraqê îfade kirin ku ji herêmêre ekîbên parastina sîvîl hatin sewqkirin û ew 19 kesan xelas kirin.
Cesedê mirovên ku canê xwe ji dest dane, ji tipa edlî re hatin sewqkirin û mirovên birîndar jî ji nexweşxaneyê re hatin rakirin. (ÎLKHA)
Muhabir: Editör




