Di seatên serê sibehê de li El Xelîlê, Muhammed Ez-Zuxeyrê 17 salî di encama gulebarandina sîyonîstan de şehîd bû. Rejima sîyonîst hêna jî cenazeya şehîd teslîm nekirîye.

Hêzên îşxalker di êrîşa ku saetên serê sibehê li dar xist de, Muhenned Tariq Muhammed Ez-Zuxeyrê 17 salî hedef girt û wî şehîd kir.

Ji teref Wezareta Tenduristî ya Filistînê ve daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku bûyer li nêzê herêma Ebû Duccanê pêk hat.

Bexda û Hewlêrê li ser şandina petrolê bi rêya Tirkîyeyê li hev kirin
Bexda û Hewlêrê li ser şandina petrolê bi rêya Tirkîyeyê li hev kirin
İçeriği Görüntüle

Wezaret, îfade kir ku di êrîşê de gule li ser ez-Zuxeyr hat reşandin û hêna jî cenaze di destê sîyonîstan de ye.

Li giştîyê bajarê serdegirtin û êrîşên sîyonîstan berdewam dike. (ÎLKHA)

Muhabir: Editör