Li hinek navçeyên Agirî û Wanê ji ber şert û mercên hewayê ji perwerdehîyê re ji bo rojekî navber hat dayîn.

Ji bo bûyerên xerab ên ku dibe ku ji ber cemed û barîna berfê pêk were li 2 bajaran ji bo rojekî ji perwerdehîyê re navber hat dayîn.

Agirî

Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Agirîyê ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku li gorî meteorolojîyê ew ê roja çarşembê li seranserê welat berf bibare, ji ber vê yekê tedbîr hatin girtin û li seranserê bajêr û gundan dibistan ji bo rojekî hatin rawestandin.

Wan

Hat îfadekirin ku li navçeyên Ebex, Bêgirî û Mehmûdîyê ji ber şert û mercên hewayê ji perwerdehîyê re ji bo rojekî navber hat dayîn.

Ji teref Qeymeqamtîyên navçeyan ve daxuyanî hatin belavkirin ku ew vê biryarê li gorî nirxên meteorolojîyê standine. (ÎLKHA)

Emîrtîya Îslamî derbarê êrîşa li ser mizgefta Îslamabadê de daxuyaniyek da û got: Tawan bê bingeh in
Emîrtîya Îslamî derbarê êrîşa li ser mizgefta Îslamabadê de daxuyaniyek da û got: Tawan bê bingeh in
İçeriği Görüntüle

Muhabir: Editör