Weqfa Karwana Hêvîyê di çarçoveya hewildanên xwe yên ji bo sererastkirina binesaziya ku ji ber şerê navxweyî yê Sûrîyeyê wêran bûye de, ji ronîkirina kolanan li Efrînê re piştgirî da.

Alîkarê Serokê Weqfa Karwana Hêvîyê Cafer Okmen, derbarê mijarê de daxuyaniyek da û bi bîr xist ku Sûrîye nêzîkî 15 salan e ku şerekî navxweyî yê giran dijî û diyar kir ku bi taybetî di binesaziya ceryanê de pirsgirêkên mezin hene.

Okmen got, "Wekî ku hûn dizanin, Sûrîye di şerekî dirêj û dijwar re derbas bû, û mixabin, di gelek waran de, di nav de ceryan de jî heye, pirsgirêkên cîddî dîtin. Ev zehmetî hêna jî berdewam dikin. Wekî Karwana Hêvîyê, em xebata xwe ya ji bo pêşeroja Sûrîyeyê didomînin. Me beşdarî stûnên ronîkirinê yên li Efrîn kir û alîkariya ronîkirina van kolanan kir. Hêvîdarim ku pêşeroja Sûrîyeyê jî bigihîje rojên geş ên wekî van kolanên ronîkirî. Em ji bo vê yekê ji Xwedê dua dikin."

Efxenistanê ji bo pêşxistina aborî û îstihdamê planeke mezin a pêşxistina masîgiriyê pejirand
Efxenistanê ji bo pêşxistina aborî û îstihdamê planeke mezin a pêşxistina masîgiriyê pejirand
İçeriği Görüntüle

Projeya ronîkirinê hem ji bo ewlehîya niştecihên herêmê û hem jî ji bo vejandina jiyana civakî ya li herêmê armanc dike. (ÎLKHA)

Muhabir: Editör