Hêzên îşxalker ji Korîdora Netzarîmê vekişîyan Hêzên îşxalker ji Korîdora Netzarîmê vekişîyan
Serokê HAMASê di daxuyaniya xwe ya bi minasebete Cejna Qurbanê da de îdiayên ku HAMASê ji pêşniyara Emrîqayê ya derbarê agirbest û pevguhertina êsîran li Xezzeyê dûr ketiye red kir û got, "Bersiva HAMASê ya ji bo pêşniyara agirbestê li gorî daxuyaniyên Biden û biryara Neteweyên Yekbûyî ye.”
Henîyye diyar kir ku " Filistînî di nava cejneke din de ne ku di her warî de li dijî îşxalkeran şer dikin. " û weha dewam kir, "Di dîrokê de bi awayekî nedîtî, gelê Filistînê ji koçberiyê heta koçberiyê, ji bomberdûmanan heta bomberdûmanan, ji windahiyan heta windahiyan, dorpêçeke giran û êşên herî giran dijîn.”
Henîyyê bang li her kesî kir ku ji bo vekirina deriyên sînor û peydakirina pêdiviyên gelê Xezzeyê bikevin nava tevgerê. (ÎLKHA)
Editör: Editör