Kabîneya Serokkomarîyê, wê îro li Enqereyê di bin serokatîya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan de were lidarxistin.

Hat îfadekirin rojeva civîna ku wê li Beştepeyê were lidarxistin polîtîkaya derve, pêvajoya ewlehî û qanûndanînê be.

Tê texmînkirin ku ew ê di civînê de wê têkilîyên dîplomatîk ê ku Serokkomar Erdogan li Emrîkayê di Sazîya Giştî ya 80emîn a Neteweyên Yekbûyî de li dar xistibû jî were nirxandin.

Têkilîyên Tirkîye-Emrîka, rewşa dawîn a bernameyên F-16 û F-35an û peymana LNG ya derheqê enerjîyê de tê kirin jî were gotûbejkirin.

Wê li derheqê polîtîkayên derve de jî êrîşên rejima sîyonîst a li ser Xezzeyê, têkilîyên navbera QSD û bireveberîya navendî ya Sûrîyeyê û meseleyên herêmî werin axavtin.

Îranê dest danî li ser du keştîyên ku sotemeniya qaçax hildigirt
Îranê dest danî li ser du keştîyên ku sotemeniya qaçax hildigirt
İçeriği Görüntüle

Hat ragihandin ku ew ê gavên ku di warê “Tirkîyeya Bêteror” û pêvajoya çekdanîna ku li Başûr hatîye lidarxistin jî were rojeva Kabîneyê.

Di kabîneyê de rewşa aborî jî were nirxandin.

Li gorî daxuyanîyê ew ê piştî civînê Serokkomar Erdogan wê di seatên êvarê de ji gel re biaxive. (ÎLKHA)

Muhabir: Editör