Gulnaz Bitik a ku li navçeya Şax a Wanê di bin aşîtê de birîndar hatibû xilaskirin, li nexweşxaneya ku lê dihat birin canê xwe ji dest da.

Li navçeya Şax a Wanê di du bûyerên li pey hev ên berfê de gelek xanî di bin berfê de man, her wiha 2 bira û xwîşka wan ên ku di bin berfê de asê mabûn, piştî hewldanek dirêj a ekîban sax hatin derxistin. Jina birîndar li nexweşxaneyê mir.

Murat û Ahmet Bitik, birayên ku li taxa Bahçelîevlerê di berfê de winda bûbûn û xwîşka wan Gûlnaz Bitik, sax hatin rizgarkirin.

Di Fîloya Sumudê de xwişka Serokkomarê Îrlandayê jî hebû
Di Fîloya Sumudê de xwişka Serokkomarê Îrlandayê jî hebû
İçeriği Görüntüle

Birîndar radestî tîmên tenduristiyê hatin kirin û ew birin nexweşxaneyê. Gûlnaz Bitik digel hemû mudaxeleyên nexweşxaneyê jî nehat rizgarkirin û wefat kir. Hat hînbûn ku dermankirina birayên Ahmet û Murat Bitik li nexweşxaneyê berdewam dike. (ÎLKHA)

Muhabir: Editör