Di bûyerên piştî barana zêde ya çend rojan li Efxenistanê de, 12 kes mirin û 11 kes jî birîndar bûn.
Berdevkê Ajansa Rêvebiriya Karesatên Neteweyî ragihand ku di lehiyên ji ber baran û berfa zêde ya ku di sê rojên borî de li çend parêzgehên Efxenistanê tesîr kiriye de, herî kêm 12 kes mirine û 11 kes jî birîndar bûne.
Berdevkê rêxistinê, Hafiz Mihemed Yusuf Hammad, got ku karesatê tesîr li parêzgehên Kapisa, Parwan, Daykundi, Uruzgan, Kandaxar, Helmand, Badghis, Faryab, Badaxşan, Herat û Farah kiriye.
Hemad her wiha got ku baranan ziyaneke mezin a maddî çêkiriye, 1859 xanî bi temamî wêran bûne an jî qismî zirar dîtine, û 209 km rêyên gundan di bin avê de mane.
Herwiha, nêzîkî 1200 serî pez telef bûn, û 13941 donim erdê çandiniyê di bin avê de ma an jî wêran bû.
Hammad got ku ekîbên rizgarkirin û alîkariyê ji bo alîkariya qurbaniyan şandine deverên bandordar û belavkirina alîkariya bilez berdewam dike di heman demê de xebatên nirxandina zirarê jî berdewam dikin. (ÎLKHA)



