Hikûmeta Xezzeyê ragihand ku bombebarana avahiyên bilind ên ji teref rejîma îşxalker ve bûye sedema koçberbûna bi sed hezaran sîvîlan û li gorî qanûnên navneteweyî bi awayekî eşkere "sûcekî şer" e.
Hikûmeta Xezzeyê ragihand ku di çend rojên borî de hedefgirtina avahiyên bilind ji teref rejîma îşxalker ve, ziyaneke mezin gihandiye sîvîlan û bûye sedema koçberîya girseyî.
Ofîsa Medyayê ya Xezzeyê di daxuyaniyekê de got, "Êrîşên îsraîlê yên li ser avahiyên li Şerîda Xezzeyê polîtîkayeke sîstematîk a koçberkirina bi zorê û hedefgirtina sîvîlan nîşan dide."
Di daxuyaniyê de, ku tê de hatibû gotin ku qanûna navneteweyî hebûna hedefeke leşkerî divê were îspatkirin û ji bo pêşîgirtina li zirara sîvîlan tedbîr werin girtin, ev daxuyanî jî hebû: "Li Xezzeyê tiştekî wisa qet nehatiye kirin. îsraîl bêyî ku hedefên leşkerî li ber çavan bigire, avahiyan dixe hedef. Ev bi eşkereyî sûcê şer e."
Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li bajarê Xezzeyê 51 hezar û 544 avahîyên pirqatî hene û nifûsa bajêr ji 914 hezarî zêdetir e û êrîşên rejîma îşxalker armanc dikin ku sîvîlan bi girseyî ji cih û warên xwe derxînin û zexta psîkolojîk ava bikin. (ÎLKHA)





