Tevgera berxwedana Îslamî Hamas li dijî "sîyasetên sîyonîst ên êrîşkar, birçîbûn û qirkirinê" yên li dijî sivîlên Şerîda Xezzeyê banga berdewamî û berfirehkirina bêtir tevgerên gelerî yên li çaraliyê cîhanê kir.

Di daxuyaniyekê de ku îro hat weşandin, Hamasê spasiya xwe ji bo "tevgera gelêrî ya cîhanî ya bilindbûyî" ku di rojên dawî de li gelek paytextan tê dîtin anî ziman, û tekez kir ku ev yek redkirinek navneteweyî ya polîtîkayên îşxalker ên sîyonîst li dijî gelê Xezzeyê, bi taybetî jin û zarokan, temsîl dike.

Di daxuyaniyê de bang li xelkê hat kirin ku roja Înî, Şemî û Yekşema 8, 9 û 10ê Tebaxê li ber rejima îşxalker û balyozxaneyên Emrîkayê û li meydanên giştî xwepêşandan û çalakiyên rûniştinê li dar bixin.

Hamasê di daxuyaniya xwe de got, "Werin em dengê xwe li dijî bêdengiya navneteweyî û bêçaretiya li hember sîyaseta bombebaran û birçîkirinê ya li dijî zêdetirî du mîlyon Filistîniyan tê meşandin bilind bikin."

Iğdır Aras EDAŞ – Güncel Planlı Elektrik Kesintileri (5–7 Aralık 2025)
Iğdır Aras EDAŞ – Güncel Planlı Elektrik Kesintileri (5–7 Aralık 2025)
İçeriği Görüntüle

HAMAS ne tenê berdewamî lê her weha berfirehkirina vê tevgera cîhanî xwest, û tekez kir ku ew parastina nirxên edaleta mirovî û helwestek li dijî sûc û îxlalkirinên ku zêdetirî du mîlyon mirovên li Xezzeyê dikişînin e.

Di heman demê de, rejîma îşxalker, bi piştgiriya bê sînor a Emrîkayê, li dijî Xezzeyê şerekî qirkirinê yê giştî dimeşîne. Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzeyê, di encama êrîşan de zêdetirî 61,000 kes mirin, 150,671 kes birîndar bûn, zêdetirî 10,000 kes winda bûn û bi dehan Filistînî mirin. Zêdetirî du milyon Filistînî di bin şert û mercên koçberiya bi darê zorê û wêrankirina berfireh de ji bo jiyanê têdikoşin.

Li gorî daneyên Ofîsa Medyayê ya Hikûmetê li Xezzeyê û çend ajansên Neteweyên Yekbûyî, şer bûye sedema wêrankirina %88ê avahiyên li herêmê, bi tevahî zirarên ji 62 milyar dolarî zêdetir bûne. Artêşa îşxalker bi êrîşên bejahî û çekên giran bi bandor nêzîkî %77ê Xezzeyê kontrol kiriye. (ÎLKHA)

Muhabir: Editör