Xelkê Dîcleyê: Em avê venaxwin, em pereyê herîyê didin
Xelkê Dîcleyê: Em avê venaxwin, em pereyê herîyê didin
İçeriği Görüntüle
Herî dawîn, li bajara Dodoma Tanzanyayê xebat hat lidarxistin û qurbanên ku xêrxwaz bexş kiribûn ji mihtacan re hatin belavkirin.
Dildarê Ewrupa Êtîm Elîyê Abdulvahap Kaplan derheqê xebatan de agahîyan da û îfade kir ku bi taybetî herêma dodomayê feqîr û birçîye.
“Gelek malbat, di temînkirina xwe yên rojane de zehmetîyê dikşînin”
Kaplan, di axavtina xwe de bal kişand ku malbatên feqîr û êtîm di nav şert û mercên xerab de dijîn, ji ber vê yekê alîkarîyên ewakî ji herêmê re gelek muhîm in.
Kaplan, “Gelek malbat, di temînkirina xwe yên rojane de zehmetîyê dikşînin. Em, wek Ewrupa Êtîm Elîyê ji bona ku hindik be jî wan lazimatîyan bi cîh bînin li vê derê ne.”
Kaplan piştî belavkirina qurbanan, bi tevî gundîyan duayê kirin û ji xêrxwazan re jî teşekûr kirin. (ÎLKHA)

Muhabir: Editör